Li Efrîna dagirkirî revandin û talankirin berdewam e

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku  artêşa Tirk û çeteyên wê çend sivîl revandin û birin cihên nenas, di heman demê de çeteyan bi ser mala sivîlekî din de girt, êrişî wî kir û pereyên wî dizîn.

Li Efrîna dagirkirî revandin û talankirin berdewam e
26 tebax, 2020   09:32
ŞEHBA

Artêşa Tirk û çeteyên wê hîn jî li dijî sivîlên li Efrînê sûcan pêk tînin, sivîlan direvînin û li hemberî serbestberdana wan fîdyeyan dixwazin.Têkildarê mijarê çavkaniyan da zanîn ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî di 24`ê Tebaxê de hejmarek sivîl ji gundê Girzelê yê navçeya Şêrawa revandin.

Kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Ibêş Zekeriya (42), Yasmîn Ebdo Îbrahîm, Welîd Cumana Elî (55), Sibihî Cumana Elî (60) û Ehmed Elo Îbîş Elî (58).

Têkildarî mijarê çavkaniyeke taybet ji navenda Cindirêsê da zanîn ku beriya du rojan çeteyên artêşa Tirk ciwanê bi navê Xelîl Îbrahîm ê 21 salî û ji gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê beyî naskirina sedemê revand, birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Çeteyên Polîsên Leşkerî jî 13`ê Tebaxê welatiyê bi navê Mihmed Qere Bin Mamedî yê ji gundê Xilnêrê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê revand û hîn jî çarenûsa wî ne diyar e.

Çavkaniyekê ji navçeya Şiyê piştrast kir ku çeteyên Lîwaa Weqas ên girêdayî artêşa Tirk 24`ê Tebaxê girtin ser mala welatiyê bi navê Abdullah Hisên Mistefa, lê dan û pereyên wî dizîn.

(eh)

ANHA