​​​​​​​Xwepêşandêran  mala El-Serac dorpêç kiriye  

Ji ber tevliheviya komên Wîfaqê, çete, daketina asta xizmetguzarî û berbelavbûna gendeliyê li welêt, di roja 4’emîn de li Terablusê xwepêşandan didomin, her wiha xwepêşandêran mala serokê hikumetê Fayîz El-Serac dorpêç kiriye.

​​​​​​​Xwepêşandêran  mala El-Serac dorpêç kiriye  
26 tebax, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇYAN

Çalakvanan li ser tevnên civakî dîmenên xwepêşandanên girseyî yên dorpêçkirina mala serokê hikumeta Wîfaqê Fayîz El-Serac li taxa Noflîn a Terablusê belav kirin, her wiha xwepêşandêran daxwaza hilweşîn û îstîfakirina El-Serac kir.

Tevgera xwepêşandanê, 24 saet da hikumeta Wîfaqê da ku îstîfaya xwe ragihîne û bal kişand ser pêkanîna serhildana sivîl.

(sm)