' Divê partiyên siyasî yekitiya xwe ava bikin û li hemberî dewleta Tirk bisekinin'

Hevseroka Meclisa Ciwanên PYD`ê ya kantona Hesekê Delal Yûnis got: " Rejîma Tirk dixwaze ku serdema Osmaniyan ku serweriya Rojhilata Navîn dikir vegerîne û mîsaqî milî pêk bîne." Delal Yûnis bang li hemû partiyn siyasî kir ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

' Divê partiyên siyasî yekitiya xwe ava bikin û li hemberî dewleta Tirk bisekinin'
26 tebax, 2020   07:00
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHMÎ- COZA ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker bi gelek rêbazan binpêkirinên xwe li ser xaka Kurdistanê dewam dike û armanc dike ku herêmên dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike. Sûc û binpêkirinên wê yên li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê bê navber berdewam dikin.

Têkildarî mijarê, hevseroka Melcisa Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Hesekê Delal Yûnis ji ANHA'yê re axivî û got: "Armanca dewleta Tirk ji binpêkirinên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiya herêmê û berfirehkirina herêmên dagirkeriya xwe ye. Tirkiyê dixwaze ku serdema Osmaniyan ku serweriya Rojhilata Navîn dikir vegerîne û mîsaqî milî pêk bîne."

Delal diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û di qanûnên wê de maf û erkên mirovan tune ne û wiha axaftina xwe domand: " Tirkiyê bi navê Îslamê bang dike, lê belê Îslamê pêk nayine û ne xwedî nirxên mirovî ye. Mînaka herî ber bi çav, şewitandina darên zeytûnan û qutkirina ava stasyona Elokê li ser şêniyên Hesekê ku nêzî 22 roj in dewam dike, ye. Tirkiyê dewleteke terorîst e, wê hemû hêzên terorîst perwerde kir û şandin Sûriyê."

Delal Yûnis îşaret bi bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker kir û bang li hemû partiyên siyasî kir ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, yek dest bin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dJRBtFE0czE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>