Rewşenbîrên Kobanê: Artêşa Tirk bi avakirina tora ajanan hewl dide civakê parçe bike

Rewşenbîrên Kobanê got “Artêşa Tirk a dagirker bi rêya avakirina toreyeke ajanan hewl dide civakê parçe bike.” û banga baldariyê li şêniyan kir.

Rewşenbîrên Kobanê: Artêşa Tirk bi avakirina tora ajanan hewl dide civakê parçe bike
25 tebax, 2020   07:30
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan şerê  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Piştî ku dewleta Tirk şerê bi rêya wekîlan xilas kir, piştî binkeftina çeteyên DAIŞ’ê û gelek çeteyên ku ajandeyên dewleta Tirk li Sûriyê pêk dianîn, dewleta Tirk bi xwe derbasî şer bû.

Dewleta Tirk gelek rêbazan di şerê xwe yê li dijî herêmê de bi kar tîne. Li gel êrişên leşkerî yên domdar li dijî herêmê, dewleta Tirk şerê taybet li dijî gelê herêmê dimeşîne. Bi rêya belavkirina madeyên hişbrê, avakirina toreyên istixbaratê ku ajandeyên wê pêk tîne û pisporê belavkirina propagandayan û afrandina fîtneyê di navbera pêkhateyan, dixwaze civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bike, nakokiyê di navbera Rêveberiya Xweser û gelê herêmê de derbixe. Li rex wê jî, ava çemê Firatê yê ku bi hezaran donim zevî av dide û ava stasyona Elûk a ku ava vexwarinê digihîne derdora milyonek kes li Hesekê qut kir.

Têkildarî mijarê rewşenbîrên kantona Kobanê diyar dikin ku armanca sereke ya dewleta Tirk parçekirina civakê ji hundirê ve ye.

HEWLDANÊN PARÇEKIRINA CIVAKÊ

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê Mehmûd Meso got: “Dewleta Tirk dijmin e. Ev diyar e. Ew dixwaze civakê ji hundir ve parçe bike. Ev di dîroka gelê Kurd de diyar e ku dijminên wî hertim ji hundir ve şerê wî dikin. Divê gel hişyar be. Divê saziyên perwerdehî û civakî gel di vî warî de zana bikin, ji ber ku dijmin kesekî cuda nake. Divê saziyên sivîl şêniyan di vî warî de zana bikin. Divê civak bi taybet malbat zarokên xwe şiyar bikin ji bo ku rêya xwe şaş nekin. Dijmin dikare her tiştî bike da ku bi gihêje armanca xwe. Divê em baldar bin.”

ARMANC PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK E

Girêdayî heman mijarê endama Kongreya Star Şevîn Qolaxasî got: “Dewleta Tirk hertim dixwaze dagirkeriyê berfireh bike. Dema projeya netewa demokratîk hate pêşkêşkirin, dewleta Tirk bi tevahiya hêza xwe hewl da tune bike ji ber ku li dijî tundrewiya Osmanî ye.”

Şevîn wiha berdewam kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di nava nakokiyeke navneteweyî de ne. Her aliyek dixwaze destkeftiyekê li herêmên me bi dest bixe. Divê em jî bi fikr û projeya xwe ya demokratîk baldar bin.”

Şevîn di dawiyê de pêwîstiya baldariyê piştrast û bang li şêniyan kir ku bi îdiayên dewleta Tirk neyên xepandin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn got: “Dewleta Tirk piştî ku di şerê wekîlan de bin ket, neçar ma ku bi awayekî yekser şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”

Macîde bal kişand ser toreya ajanên ku dewleta Tirk li herêmê ava kiriye û wiha got: “Ev rêbazek şerê wê yê li dijî herêmê ye û armanc dike civakê ji hundir ve parçe bike da ku projeya netewa demokratîk û biratiya gelan tune bike.”

Macîde bang li şêniyên herêmê kir ku baldar bin û haj zarokên xwe hebin bi taybet dema malperên tevna civakî bi kar tînin.

Macîde di dawiyê de got: “Divê gel hişyar be, sîxurên Tirkiyê derbasî herêmê bûne. Divê gel baldar be û neyê xapandin.”

(şx)

ANHA