Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 32 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 32 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 32 kesên din bi Koronavîrusê ketin
25 tebax, 2020   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku nexweşekî din ê Koronavîrusê mir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê miriye kalemêrekî ji Hesekê ye. Her wiha Mistefa eşkere kir ku 32 kesên din (14 mêr û 18 jin) bi Koronavîrusê ketine û ji van herêman in:

Hesekê; 8

Qamişlo; 12

Rimêlan; 1

Girkê Legê; 1

Dêrikê; 5

Amûdê; 2

Şehba; 3

Ciwan Mistefa da zanîn ku 8 nexweşên din jî baş bûne.

Hejmara giştî ya kesên bi Koronavîrusê ketine li ser asta herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 394 kesan, jê 26 nexweş mirine û 74 nexweş jî baş bûn.

(şx)

ANHA