Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê yekemîn goristana şehîdan ava dike

Ji bo bîranîna fedekariyên şervanên YPG û YPJ’ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li gundê Pino bi rûbera 5 hezar metreçargoşe ava dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê yekemîn goristana şehîdan ava dike
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê yekemîn goristana şehîdan ava dike
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê yekemîn goristana şehîdan ava dike
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê yekemîn goristana şehîdan ava dike
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê yekemîn goristana şehîdan ava dike
25 tebax, 2020   06:32
HELEB-MIHEMED EBDO-ARIF SILÊMAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê ji bo bîranîna şehîdên YPG û YPJ`ê goristanek li gundê Pino yê bajarê Helebê bi navê Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ava dike.

Li gorî plansaziya ku hatiye danîn, goristan dê li ser rûbera 5 hezar metreçargoşe li nêzî parka 4`ê Nîsanê were avakirin. Wê tê de qadek ji bo pêşkêşkirina torena leşkerî, dika axaftinê û xwendina nasnameyan hebe.

Wê cihek taybet ji beşdarên merasîma oxirkirina şehîdan re bi rûbera 900 metreçargoşe li rex dika cenazeyê şehîd, were diyarkirin.

Li gorî rayedarên projeyê, heta niha bi rêjeya ji sedî 80 ji projeyê temam bûye. Ji sê mehan ve zêdetirî 20 karkeran tê de kar dikin. Her wiha sedemên derengmayîna projeyê vegerandin belavbûna Koronavîrusê û kêmbûna hejmara karkeran.

Endezyarê berpirsê projeyê destnîşan kir dê goristan di mehekê de bi dawî bibe. 

Beriya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir bikin, şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd li Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera û Goristana Şehîd Seydo li navçeya Cindirêsê dihatin veşartin.

Têkildarî mijarê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Mihemed îşaret bi nirxa manewî û ruhî ya şehîdan ji bo gelê Kurd kir û got: “Dewleta Tirk dema Efrîn dagir kir, tevahiya goristanên şehîdan rûxandin da ku vîna gelê Kurd bişikîne. Lê divê bizanibe ku vîna gelê Kurd bi kiryara wan naşike, lê belê hê xurttir dibe. Bi rizgarkirina axa xwe vîn û baweriya me zêdetir dibe.”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê goristanên şehîdan li herêmên dagirkirî çi li Efrîn an jî Bakurê Kurdistanê dibe, rûxandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B52kN-MDXls" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>