Li Kobanê kargehên biçûk bandora krîzê sivik dikin

Kargehên biçûk ên ku di vê dawiyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin, roleke girîng di xurtkirina hilberîna herêmî de dilîzin, asta krîza aborî ya ku Sûriyê tê re derbas dibe û encamên Qanûna Qeyser sivik dikin.

Li Kobanê kargehên biçûk bandora krîzê sivik dikin
25 tebax, 2020   07:00
KOBANÊ

Piştî paşdeçûna rewşa aborî li Sûriyê û bihabûna kel û pelan di encama ferzkirina Qanûna Qeyser li Sûriyê de, girîngiya xurtkirina hilberîna herêmî derkete pêş. Ji ber ku hilberîna herêmî rolek di peydakirina pêdiviyên herêmê de bi buhayên guncaw dilîze.

Her wiha hilberîna herêmî derfetên kar peyda dike. Bi vê yekê jêderên qûta gelek malbatan dabîn dike û rêjeya bêkariyê kêm dike.

Ruxmî ku tevgera hilberîna herêmî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna qels e. Lê şêniyên herêmê gelek însiyatîfan di vî warî de pêşkêş dikin. Ji van însiyatîfan xuya dibe ku zemîneke guncaw ji bo teşwîqkirina xurtkirina hilberîna herêmî li herêmê heye.

Li Kobanê gelek kargeh hatine vekirin. Herî dawîn kargeha çêkirina madeyên xwarinê. Ev kargeh Rêveberiya Xweser beriya çend mehan vekir û beşek ji pêdiviyên herêmê ji madeyên xwarinê peyda dike.

Şêniyê bi navê Hecî Weyso bi alîkariya hinek pirsporên kîmya, kargeheke biçûk ji bo çêkirina madeyên paqijiyê vekir. Ev kargeh beşek ji pêdiviyên herêmê ji madeyên paqijiyê peyda dike.

Kargeha Hecî Weyso ya madeyên paqijiyê li ser asta herêmê ne kargeha tekane ye, lê belê yek ji kargehên ku pêwîstiya herêmê ji madeyên paqijiyê peyda dike.

Hecî Weyso û şirîkê wî, heftane 100 kg madeya firaqşûştinê çêdikin. Di vî warî de Weyso dibêje: “Min ev kargeh ji bo peydakirina debara xwe vekir. Di heman demê de dê beşek ji pêdiviyên herêmê ji madeyên paqijiyê peyda bike.”

Weyso hilberîna kargeha xwe ya biçûk li dikanên Kobanê belav dike. Weyso kargeha xwe bi şêwireya pirsporekî vî warî ji bajarê Minbicê vekir. Her wiha hewl dide di pêşerojê de kargeha xwe fireh bike da ku bikare cureyên madeyên paqijiyê yên cuda çêke û hejmara karkerên kargehê zêde bike.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xIVAE8bf8Jo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>