​​​​​​​Gelo piştî aramiya li Idlibê wê çi biqewime?

Piştî aramiya balkêş a ji Adarê ve, balafirên şer ên Rûsya û hêzên hikumeta Sûriyê asta topbarankirina herêmên di bin kontrola komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de zêde kirin. Pê re dîmenên rewşa heyî li Idlibê eşkere bûn. Lêkolîner Ebîr El-Heyalî got: “Li gorî nîşaneyên heyî, dewleta Tirk li bermaberî bidestxistina destkeftiyan li Lîbyayê hêdî hêdî ji herêmê vedikişe.”

​​​​​​​Gelo piştî aramiya li Idlibê wê çi biqewime?
25 tebax, 2020   00:23
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Li parêzgeha Idlibê yê di bin kontrola Heyet Tehrîrî El-Şam de ye û ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bûyerên girêk û nehevseng rû didin. Êdî veguheriye qada nakokiyên herêmî û navneteweyî. Li gel wê jî hêzên hikumeta Sûriyê û balafirên Rûsyayê li ser sînorên herêmên “Bê çek” hewl didin eniya beravê bişkînin. Li hemberî vê tevgera Sûriyê û Rûsyayê, dewleta Tirk nuqteyek çavdêr li wir ava kir û Fermandiya Navendî li herêmê ava kir.

AMADEKARÎ

Hêzên hikumeta Sûriyê asta topbarankirinê ya li dijî eniyên çiyayê Zawiye li başûrê gundewarê Idlibê, çiyayê Ekrad li bakurê gundewarê Laziqiye, gelek nuqteyên çeteyên dewleta Tirk zêde kir. Ev yek piştî ku lihevkirina Rûsya-Tirkiyê di 5`ê Adarê de kete meriyetê rû da. Li gorî lihevkirinê agirbest pêk hat, dewriyên hevbeş ên dewleta Tirk û Rûsyayê li ser rêya M4 geriyan.

Lê di vê dawiyê de bi sewqiyatên hêzên hikumeta Sûriyê li başûrên gundewarê Idlibê, bombebarana balafirên Rûsyayê û rawestandina dewreyeyên hevbeş ji 22`yê Tîrmehê ve, ev lihevkirin gelek hesas bûye  û hema bêje dê bi dawî bibe. Her wiha wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû ku aliyê Tirk bendên lihevkirina Soçî ya di navbera Pûtîn û Erdogan de di Îlona 2018`an de pêk hatibû, neanîne cih.

Têkildarî mijarê lêkolînera zanîstên siyasî Dr.Ebîr El-Heyalî dibêje: “Dewleta Tirk bikaranîna kaxiza Idlibê didomîne. Bi hêsanî dev jê bernade, ji ber ku bajarek stratejîk e û li ser rêya navdewletî ye. Ev rê Sûriyê, Tirkiyê, kendava Ereb û Urdinê bi hev ve girê dide. Lewra veguherî kaxiza bazarê di navbera Rûsya û dewleta Tirk de. Her wiha bûye dika dayîna peyam û gefan di navbera her du aliyan de (Rûsya û dewleta Tirk).”

GEFEK JI RÛSYAYÊ RE

Li beramberî sewqiyatên hêzên hikumeta Sûriyê li eniyan, dewleta Tirk sewqiyatên mezin bi rêya deriyê sînor Kefer Losîn a li bakurê gundewarê Idlibê re derbasî Idlibê kirin û berê xwe dan baregehên ku dewleta Tirk li çiyayê Zawiye li başûrê gundewarê Idlibê dagir kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka pêkhatina lihevkirinê di 5`ê Adarê de, 5 hezar û 850 erebeyên leşkerî derbasî herêma kirine. Navendê diyar kir ku ji Sibata 2020`an ve û heta niha zêdetirî 9 hezar û 185 tank, wesayîtên zirxî, erebeyên veguhestina leşkeran û radarên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî herêma “Bê çek” bûne. Hejmara leşkerên Tirk li Idlibê û gundewarê Helebê gihaşt zêdetirî 12 hezar û 500 leşkeran.

Li gel sewqiyatên dewleta Tirk ên dawîn, serçeteyên ku bi fermana Enqereyê tevdigerin, ragihandin ku wan jî eniyên li herêma çiyayê Zawiye, deşta Xab, gundewarê Laziqiye, rêya M4 û herêmên Bab El-Hewa li hemberî her operasyonekê ji hêla hêzên hikumeta Sûriyê ve bi desteka Rûsyayê xurt kirine.

Dr.Ebîr diyar kir ku dewleta Tirk ji sewqiyatên xwe yên ber bi parêzgeha Idlibê ve dixwaze hêza xwe nîşan bide û gefan li Rûsyayê bixwe û wiha domand: “Dibe ku ev ji ber vê gava dewleta Tirk şer derxe. Bi taybet heke li Lîbyayê lihevkirin pêk nehatin. Ji ber destkeftiyên ku dewleta Tirk li Lîbyayê bi dest xistina êdî doza Lîbyayê bi doza Sûriyê ve hate girêdan û nepêkane ku mirov ji hev cuda bike.”

Dr.Ebîr destnîşan kir ku dewleta Tirk li destkeftiyên nû digere, ji ber wê li beramberî pêşkêşkirina tawîzên din li Idlibê dixwaze li Lîbyayê destkeftiyên din bi dest bixe. Lewra çendîn dewleta Tirk zext û çekdariyê li Idlibê zêde bike, Rûsya neçar dike ku tawîzan girêdayî dosyaya Lîbyayê pêşkêş bike. Ev jî gelek pirsgirêkan di xetên sor de yên ku Rûsya li Lîbyayê xêz kirine de derdixe.

SÎNARYOYÊN KU DIBE PÊK WERIN

Li gorî çavdêrên kar û barên Sûriyê, dibe ku hêzên hikumeta Sûriyê operasyonekê ber bi çiyayê Zawiyê ve bide destpêkirin. Ev herêm, kilîta kontrolkirina herêmên fireh e ji ber ku herêmek çiyayî ye û ji başûrê gundewarê Idlibê heta herêma Arîhayê li bakur dirêj e û gundên çiyayî li hemberî rêya navdewletî Şam-Helebê û Marat Numan li aliyê rojhilat e. Li hemberî rêya navdewletî ya di navbera Heleb û Laziqiyê de li aliyê rojava ve ne.

Tevî çiyayê Zawiye li gorî gelek raporan, Rûsya plan dike deriyê Bab El-Hewa yê ku hêzên hikumeta Sûriyê tenê bi 20 km jê dûr in, kontrol bike. Li gorî hinek çavkaniyên din, planeke Rûsyayê heye û agahiya dewleta Tirk jî jê heye. Li gorî vê planê Rûsya dixwaze deriyê Bab El-Hewa bi rêya xeta Atarb-Bab El-Hewa bigihêje rêya bilez. 

Ev plana Rûsyayê di çarçoveya plana ji nû ve bicihkirina hêzên hikumetê û tengavkirina bajarê Idlibê de tê. Li gorî pirsporên Sûriyê Rûsya bi rêya kontrolkirina deriyê sînor Bab El-Hewa dê çeteyên dewleta Tirk bi temamî dorpêç bike, rê li pêşiya gihaştina alîkariyan qute û wan tengav bike. Da ku siyaseta birçîbûnê li çeteyan ferz bike ji bo ku herêmê bi temamî radestî hêzên hikumetê bikin.

Di vî warî de Dr.Ebîr dibêje: “Bê guman Moskova di vê pêvajoyê de girîngiyê dide dosyaya Sûriyê. Lewra dewleta Tirk bi zanabûn, li Idlibê gef lê xwar. Da ku aliyê Rûs neçar bike ku mekanîzmeyeke nû bibîne. Bi dijwarbûna dîtina vê mekanîzmeyê re dewleta Tirk nikare li Idlibê şer bike, ji ber ku cengek binkeftî ye. Lê dixwaze herêmên ku li Sûriyê dagir kirine ji xwe re biparêze.”

VEKIŞÎN LI BERAMBERÎ DESTKEFTIYAN LI LÎBYAYÊ

Lêkolînera zanistên siyasî Dr.Ebîr El-Heyalî piştrast ku ji ber girêkbûna dosyaya Sûriyê li ser asta hundirîn, herêmî û navneteweyî mirov nikare pêşbîn bike bê pêşeroja Idlibê çi ye û got: “Ev dosya ji ber zextên navdewletî li ser dewleta Tirk girêdayî mijara Lîbyayê, dê deriyê çareseriyê di pêşeroja nêz de veke. Lewra dewleta Tirk hewl dide mekanîzmeyeke din bibîne; li beramberî vekişîna hêdî ji Idlibê destkeftiyan li Lîbyayê bi dest bixe.“

Dr.Ebîr El-Heyalî di dawiyê de piştrast kir ku tu nîşaneyên çareseriyeke nêz ji aloziya Sûriyê re tune ye û dê li ser astên dîplomasî li Idlibê û leşkerî li bakur rojhilatê welêt gur bibe.

(şx)

ANHA