​​​​​​​Jinên Helebê: Divê Kurd derkevin qadan û daxwaza azadiya rêbertî bikin

Jinan li bajarê Helebê daxwaz kirin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan û  girtiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de were eşkerekirin û bang li gelê Kurd kirin ku ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan.

​​​​​​​Jinên Helebê: Divê Kurd derkevin qadan û daxwaza azadiya rêbertî bikin
25 tebax, 2020   02:23
HELEB- ARIF SILÊMAN – MIHEMED EBDO

Tecrîda girankirî ya ku rejîma Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, didome. Rejîma Tirk rê nade ku parêzer û malbet hevdîtinê pê re pêk bînin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), di raporekê de bal kişand ser rewşa girtîgeha Îmraliyê û hersê girtiyan (Omar Xeyrî Konar, Hemilî Yıldırım û Weysî Aktaş) .

Di vê derbarê de, jinên Helebê di hevpeyvînekê de ji ANHA'yê  re ev kiryarên şermezar kir û bi"Ne mirovî" û bi nav kirin.

'BILA GEL DERKEVIN QADAN'

Jina bi navê Zeyneb Elî tecrîda ku partiya AKP'ê û serokê wê Erdogan li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.

Zeyneb Elî, bang li gelên herêmê û cîhanê kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker dakevin qadan û got: " Em jin bi yek dest dazwaza azadiya rêbertî bikin. Divê gelê Kurd li tevahî welatan derkevin qadan û li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Îmraliyê  bisekinin."

Zeyneb Elî di dawiya axaftina xwe de soza berxwedan û têkoşînê li hemberî dijminên Kurd da.

`AZADIYA RÊBERTÎ JI AZADIYA GELAN E'

Sebah Xelîl jî bi vê pirsê dest bi axaftinê kir, "Çima hûn nahêlin parêzer û bijîşk biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin? Sebah Xelîl gotina "Hemû dewletan çavên xwe li binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên li Îmraliyê pêk tînin, girtine û qala mafên wan nakin."

Her wiha dest nîşan kir ku gelê Kurd dê her tim li qadan be û çalakiyan ji bo azadiya rêber Ocalan li dar bixin û got: "Azadiya rêbertî ji azadiya gelan e.''

'DIVÊ CPT'Ê BI ERKA XWE RABE'

Ji aliyê xwe ve, jina bi navê Zelox Mihemed bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir ku bi erkên xwe yê mirovî rabe û dawî li îşkenceya ku li Îmraliyê  tê meşandin bîne. Her wiha hesab ji dewleta Tirk bixwaze û rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike û di demekê nêzî de bihêle ku parêzer miwekîlê xwe bibînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3HB6AXpta80" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>