ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-08-2020`AN
24 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Zanîngeha Rojava hewl dide ku di aliyê sîstema rêvebirin, nirxandin û rêbazên wanedayînê de ji zanîngehên Rojhilata Navîn cudatir be. Di aliyê meteryalan de hewl dide pîvanên zanistî yên navnetewî pêk bîne. Zanîngeh ji hemû çandên din re vekirî ye û hewl dide têkiliyên xwe bi zanîngehên navdewletî û kesayetên akademîsyên ên tevahî cîhanê re deyne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji salên 60’î ve, dewleta Tirk a dagirker li dijî cîranên xwe Sûriyê û Iraqê dest bi "şerê avê" kiriye. Îro jî ava sûriyan mîna çekekê li dijî wan bikar tîne. Bi vê tevahî peymanên navneteweyî, di gel bêdengiya NY’yê bin pê dike gefan li milyoneke şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Kurd diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya avakirina toreyek ajanan hewl dide civakê parçe bike. Rewşenbîran banga baldariyê li şêniyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo bîranîna fedekariyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Jin Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li gundê Pino li bajarê Helebê bi rûbera 5 hezar metre dam ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî aramiya ji Adarê ve, balafirên şer ên Rûsya û hêzên hikumeta Sûriyê asta topbarankirina herêmên di bin kontrola komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de zêde kir. Pê re dîmenên rewşa heyî li Idlibê eşkere bûn. Li aliyekî din lêkolîner Ebîr El-Heyalî piştrast dike ku li gorî nîşaneyên heyî, dewleta Tirk li bermaberî bidestxistina destkeftiyan li Lîbyayê hêdî hêdî ji herêmê vedikişe. (BI WÊNE).

DOSYA

- Ev nêzî 9 sal in şerê di navbera aliyên Lîbyayê de li ser paytext Terabilusê dewam dike. Wan hewl dida ku serweriya tevahî cografiya Lîbyayê bikin, lê piştre armancên wan ên cografîk veguherîn armancên aborî û piştre bû şerekî herêmî û navnetewî ji bo bidestxistina petrolê. Ji lewra berê wan aliyan ji Terabilusê ber bi Sirt û Cefrayê ve veguherî. (BI WÊNE).

JIN

- Jinan li bajarê Helebê daxwaz kirin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan û  girtiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de were eşkerekirin û bang li gelê Kurd kirin ku ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi armanca pêşkêşkirina desteka tenduristî ji şêniyên gundan û koçberên di nav kampan de re, însiyatîfek pêşkêş kir û li gorî wê kilînkên gerok bi navê Arî amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Kargeke biçûk ku di van demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin di pêşxistina berhemên herêmî de rolekê dilîze û azarên ji ber rewşa aborî ya nebaş a ku herêmê tê re derbas dibe, sivik dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA