​​​​​​​Artêşa Lîbyayê şertên agirbestê radestî Amerîka û Ewropayê kir

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê şertên agirbestê radestî Amerîka û Ewropayê kirin. Artêşa Lîbyayê xwest ku dewleta Tirk hêzên xwe ji Lîbyayê vekişîne û milîsên xwe ji sînorên Sirte û Cefreyê bikişîne .

​​​​​​​Artêşa Lîbyayê şertên agirbestê radestî Amerîka û Ewropayê kir
24 tebax, 2020   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Toreya Erebiye ya ku agahiyên xwe dispêe çavkaniyan got, Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê wek şerta pêkanîna agirbestê, xwest milîs ji sînorên Sirte û Cefreyê vekişin û banga çavdêriya navdewletî ji bo vekişandina çeteyên Wîfaq kir.

Her wiha artêşê xwest ku baregehên leşkerî yên dewleta Tirk werin parçekirin.

Artêşa Lîbyayê got, pêwîste dewleta Tirk were neçarkirin da ku hêzên xwe ji Lîbyayê vekişîne û şert danî ku lihevkirinên xwe bi serokê hikumeta Wîfaq Fayiz Serac re bicemidîne.

Artêşa Lîbyayê li gel wan şertan, banga diyarkirina demekê ji bo vekişandina şêwirmendên leşkerî yên Tirk ji Lîbyayê, parçekirina milîsan û radestkirina çekên wê kir.

Artêşê banga parastina herêmên petrolê bêyî tevlibûna hikumeta Wîfaq kir.

Berdevkê fermi yê Artêşa Lîbyayê duh di daxuyaniyên taybet de bi kanala Erebiye re gotibû: “Dibe ku şerê Sirteyê di kijan kêliyê de destpê bike.”

(şx)