Li kampa Erîşayê  şewat derket

Li kampa Erîşa ya dikeve başûrê bajarê Hesekê şewatek derket. Di encamê de gelek kon şewitîn û tu kes birîndar nebû.

Li kampa Erîşayê  şewat derket
24 tebax, 2020   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin, vê êvarê şewatek li kampa Erîşa ya dikeve başûrê Hesekê derket. Di encamê de gelek kon şewitîn. Tîmên agirkujiyê bi hevkariya niştecihên kampê, agir vemirand.

Tenê ziyanên madî çêbûn û tu kesek birîndar nebûn.

Di kampa Erîşê de zêdetirî 14 hezar koçber dimînin, piraniya wan ji gundewarên Dêrazor û Reqayê ne. Di 9`ê Tebaxê de ji ber teqîna bebora gazê 30 kon şewitîbûn û hinek kes birîndar bûn.

Her wiha di kampê de 7 hezar koçberên kampa Mebrûka ya Serêkaniyê  û kampa Eyn Îsa dimînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IezvdbWxIRQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>