Komîteya Civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê hatin paşdexistin

Dazgehên çapemeniyê ragihandin ku hevdîtina duyemîn a civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê ji ber ku 3 beşdarên wê bi Koronavîrusê ketine, hate paşdexistin.

Komîteya Civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê hatin paşdexistin
24 tebax, 2020   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya Erebiye, piştî bidawîbûna hevdîtina yekemîn a civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê ya ku vê sibehê destpê kiriye, dihat payîn ku hevdîtina duyemîn piştî navbereke kurt lidar ketiba. Lê ew hate betalkirin ji ber ku 3 beşdarên wê yên ku ji Şamê hatine, bi Koronavîrusê ketibûn.

Toreyê diyar kir ku şandeyan di otêlan de ketin karatînayan. Her wiha nehat eşkerekirin ku civînên mayî dê sibe û du sibe lidar kevin an na.

(şx)