Jeffry: Tilliyên DAIŞ'ê di teqîna xeta gazê de ye

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey li Cinêvê  got: " Teqîna ku xeta gazê kiriye armanc, tiliyên DAIŞ'ê tê de hene."

Jeffry: Tilliyên DAIŞ'ê di teqîna xeta gazê de ye
24 tebax, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutres, nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey li Cinêvê  got: " Teqîna ku xeta gazê kiriye armanc, tiliyên DAIŞ'ê tê de hene."

Jeffry li Cinêvê ji rojnamevanan re têkildarî Komîteya Destûrî ya Sûriyê  ya bi sponseriya NY'ê got " Em hîn mijarê lêkolîn dikin, lê bi qasî ku me teqez kiriye ev êriş ji aliyê rêxistina DAIŞ'ê ve pêk hatiye." 

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê li ser zimanê wezîrê Petrol û Berhemên Binerd îro beriya niha ragihandibû ku di encema "Êrişeke terorîst " de xeta gazê teqiya û di encamê de kehrebeyê li Şamê qut bû.