Netanyahu: Lihevkirina bi Îmaratê re destpêka serdemeke nû ye

Serokwezîrên Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, lihevkirina pêşxistina têkiliyan bi Îmaratê re, derî li pêşiya serdemeke nû li herêmê vedike. Li aliyekî din wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku welatê wî bi misogerkirina domandina pêşketina leşkerî ya Îsraîlê li herêmê re, dilsoz e.

Netanyahu: Lihevkirina bi Îmaratê re destpêka serdemeke nû ye
24 tebax, 2020   13:53
XEZA

Serokwezîrên Îsraîlê Benjamin Netanyahu got lihevkirina aştiyê bi Îmaratê re derî li pêşiya serdemeke nû li herêmê vekir û domand: “Em ê di demek nêz de nûçeyên şad di vî warî de bibihîzin. Di şaneyekê de ku gelek dewletên Ereb dê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re pêş bixin.”

Benjamin Netanyahu di kongreya çapemenî de ya ku li Qudisê bi wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re li dar xistiye got: “Lihevkirina bi Îmaratê re bi qebûlkirina lihevkirina çekdarkirina wê ve ne girêdayî ye.”

Benjamin Netanyahu di kongreyê de bibîr xist ku lihevkirina nuklerî bi Îranê re bi temamî bi bin ketiye û îşaretpê kir ku rejîma Îranê dixwaze kesên tundrew bi çek bike. Her wiha banga ji nû ve ferzkirina cezayan li ser Îranê kir û got: “Pêkanîna mekanîzmeya Snapback a ferzkirina cezayên navneteweyî li dijî Îranê gaveke girîn e.”

Netanyahu spasiya serokê Amerîkayê Donald Trump û Pompeo kir ji ber ku ewlehiya Îsraîlê diparêzin.

Li aliyekî din Pompeo got: “Trump diyar kir ku Îranê çekê nuklerî bi dest naxe. Bidestxistina Tehranê çekê nuklerî dê zirarê bide Rojhilata Navîn.”

Wezîrê derve yê Amerîkayê piştrast kir ku Washington bi parastina pêşketina leşkerî ya Îsraîlê li herêmê dilsoz e û dê piştgiriya Îmaratê bike û tevahiya amûran jê re pêşkêş bike ji bo ku xwe biparêze.

(şx)