Pompeo dê serdana Rojhilata Navîn bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo dê serdana Rojhilata Navîn bike.

Pompeo dê serdana Rojhilata Navîn bike
23 tebax, 2020   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got, Pompeo wê reftara "Xirab" a Îranê  li herêmê nîqaş bike.

Çavkaniyekê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku Wezîrê Karê Derve ya Amerîkayê wê roja duşemê serdana Îsraîlê bike û roja sêşemê jî serdana Îmaratê bike da ku lihevkirina têkiliyên navbera herdu welatan nîşan bike.

Çavkaniyê navê xwe eşkere nekir got, "Di rojeva Pompeo de rageşiya ewlekarî jî ya Îran û wê nîqaş heye."