Li dijî karwanekî hêzên koalîsyonê ya ji baregeha Tacî vedikişiya êriş

Karwanekî hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ`ê ku ji baregeha Tacî ya bakurê Bexdayê vedikişiya bi teqînekê hate hedefkirin.

Li dijî karwanekî hêzên koalîsyonê ya ji baregeha Tacî vedikişiya êriş
23 tebax, 2020   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sky Newsê, teqîn bi erebeyeke bombebarkirî ku li nêzî karwanê koalîsyonê hatibû bicihkirin, pêk hatiye. Ta niha agahiyên zêdetir nehatine bidestxistin.

Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya DYA`yê demeke berê ragihandibû ku dê hêzên wê ji baregehê vekişin û radestî hêzên Iraqê bikin.

Berdevkê hêzên hevbeş li Iraqê Tehsîn Xefacî diyar kir ku hêzên koalîsyonê yên vedikişin girêdayî Aemrîkaya, Austuraliya û Newzêlandayê ne û hêzên ewlekariyê yên Iraqê perwerde dikir.

Ev baregeh gelek caran ji aliyê hêzên ser bi Îranê ve hatibû êrişkirin, ku herî dawî di hefteya borî de bû.

(cx)