Navenda tenduristiyê ya Holê veguherî nexweşxaneyeke biçûk

Ji bo sivikkirina barê nexweşxaneyên bajarê Hesekê li gel belavbûna Koronavîrusê, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kantona Hesekê navenda tenduristiyê ya Holê veguherandin nexweşxaneyek biçûk.

23 tebax, 2020   17:06
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya meclisên rêveberiyên herêmî li gel dopêçkirina herêmê, derfetên kêm û belavbûna zêde ya şewba Koronayê, hewl dide ku rewşa tenduristiyê li herêmê baş bike.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kantona Hesekê di 19`ê Çileya 2019`an de navendeke tenduristiyê li navçeya Holê vekir û tê de beşên jinan, zarokan, dermanxane û destwerdana lezgîn vekir. Xizmetên tenduristiyê bê pere ji şêniyan re dihatin pêşkêşkirin.

Ji ber kêmbûna kadroyên tenduristiyê û biçûkbûna navendê pêdiviyên şêniyên Holê û gundên girêdayî wê, bi zehmetî peyda dibûn. Ji lewra şênî neçar diman ku rûbereke dirêj qut bikin da ku bigihînin nexweşxaneyên bajarê Hesekê. Her wiha belavbûna Koronavîrusê li herêmê ji ber derfetên kêm ên tenduristiyê û kêmbûna nexweşaxaneyan, rewşa şêniyan zehmettir kir.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kantona Hesekê bi hevkariya Komeleya Sewsen re navenda tenduristiyê ya navçeya Holê berfireh kir û veguherand nexweşxaneyeke biçûk. Her wiha alavên pêwîst amade kir û dê xizmetên tenduristiyê û derman bê pere bide şêniyan.

Ev gav bi armanca sivikkirina barê nexweşxaneyên bajarê Hesekê û ji ber ku nexweşxane li navçeya Holê tune ne, pêk hat.

Nûnerê Desteya Tenduristiyê li nexweşxaneyê Silêman Ehmed wiha got: "Navenda tenduristiyê hate berfirehkirin û bû nexweşxaneyeke biçûk. Di nexweşxaneyê de beşên zarok, jin, dermanxane, lîbartiwar, beşê destwerdanên lezgîn û odeyeke emeliyatên jinan ku bi temamî hatiye amadekirin, hene."

Li nexweşxaneya biçûk 55 bijîşk û hemşîre (bijîşkên jinan, zarokan, hemşîretiyê, qabîle, alîkarên bijîşkên emeliyatan, pisporeke benckirinê, berpirsekî dermanxaneyê û alîkarê wî û berpirsekî xwarinê) hene.

Ehmed destnîşan kir ku 2 ambolans ji bo nexweşxaneyê hatine diyarkirin û dê 24 saetan nobetê bigirin.

(cx)

ANHA