Li Iraqê ji bo girtina kujeran û pêkanîna ewlehiyê pêngavek

Bi fermana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hêzên Iraqê li parêzgeha Besrayê pêngaveke ewlehiyê ji bo girtina "kujeran" û pêkanîna ewlehiyê li herêmê, dest pê kir.

Li Iraqê ji bo girtina kujeran û pêkanîna ewlehiyê pêngavek
23 tebax, 2020   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê hundirîn Osman Xanimî di rûniştina ewlehiyê ya bi serokatiya serokwezîr Mistefa Kazimî hatiye lidarxistin de wiha got: "Em ê "kujeran" di çend saetan de bigirin."

Sêşema borî bi çavdêrî û şopandina fermandarê polîsên parêzgeha Besrayê mîralay Ebbas Nacî Adem, hêzeke ewlehiyê ya mezin fermanên girtina kesên ji bo edaletê têne xwestin li seranserê parêzgehê, pêk anî.

Di çalakiyên ewlehiyê de, li gorî madeya 4`an a qanûna têkoşîna li dijî terorê 2 tewanbar ku ji bo edaletê hatibûn xwestin hatin girtin. Her wiha 304 tewanbar din li gorî madeyên cînayatan ên cuda hatin girtin û radestî adaletê hatin kirin. Dîsa 12 çekên Klaşînkof, çekeke RBK, 2 çekên GC, 3 dabance û madeyên hişbiriyê û alavên bikaranîna madeyên hişbir û hebên hişbiriyê, hatin desteserkirin.

Polîsên rewşên awarte û hêzên hawarî hezar û 985 teker û hezar û 483 motorsklêtên ne li gorî pîvan û perspektîvên trafîkê, desteser kirin. Ev yek di çarçoveya pêngavên j bo pêkanîn ewlehî û îstiqrarê de pêk hat.

Li gorî daxuyaniya ku tora Erebiyê belav kiriye: "Polîsên parêzgeha Besrayê dê çalakiyê ferzkirina qanûnê ji bo aramkirina welatiyan, dewam bike. Hêzên ewlekariyê dikarin ewlehiyê biparêzin û her kesê hewl bide aramî û îstiqrarê têk bibe, dê bê cezakirin."

(cx)