'Sûcên li dijî jinên Bakurê Kurdistanê û Sûriyê sîstematîk in û vîna jinan hedef digire'

Kongreya Star a kantona Efrînê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jinên Bakurê Kurdistanê û sûc û binpêkirinên çeteyên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî kuştin, tecawizkirin û destdirêjiyên li dijî jinan, bi kiryarên hovane yên sîstematîk ku hikumeta Tirkiyê ji bo şikandina vîna jinan pêk tîne, bi nav kir.

'Sûcên li dijî jinên Bakurê Kurdistanê û Sûriyê sîstematîk in û vîna jinan hedef digire'
23 tebax, 2020   14:48
ŞEHBA

Li ser bûyera xwekuştina keçeke Kurd li herêma Botanê ku endamekî polîsên Tirkiyê hewl da destdirêjî wê bike, Kongreya Star a kantona Efrînê li kampa Serdem daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Endama Kongreya Star Şoreş Kalo bi zimanê Erebî û Zelûx Reşîd bi zimanê Kurdî, daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Di çarçoveya siyastên çewisandinê de ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi giştî û jinan bi taybet pêk tîne, li herêma Botanê polîsekî hikumeta Tirkiyê hewl da ku destdirêjî keçeke Kurd bike û wê tecawiz bike. Bûyerên bandoreke mezin li pîskolojiya keçika behsa mijarê kir û berê wê da xwekuştinê."

Vê bûyerê şêniyên herêmê bi hêrs kir û ji bo hesabxwestina ji sûcdaran gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê belê xwepêşandan rastî çewisandinê hatin û daxwazên hesabxwestina ji sûcdarê ku hişt keçika 18 salî xwe bikuje, hatin paşguhkirin. Ev yek îsbat dike ku dewleta Tirk hevkara van kiryarên dermirovî ye û ev karên ne exlaqî bi awayekî sîstematîk pêk hatin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe heman binpêkirinan li dijî jinên herêmên dagirkirî pêk tînin.

Di çend rojên derbasbûyî de, ji heman malbatê 3 jin hatin revandin, her wiha keça Kurd a bi navê Selwa Ehmed Şaşo (14) ji mala wê ya li Efrînê hate revandin.

Wekî jinên Efrînê û Tevgera Kongreya Star em van binpêkirin û kiryarên li dijî gelê me û bi taybetî li dijî jinên Kurd, şermezar dikin. Em bang li NY`yî, rêxistinên mirovî û rêxistinên jinan dikin ku bi erkên xwe yên li hemberî gelê me li Bakurê Kurdistanê û hemû herêmên dagirkirî rabin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6E9M29vuyO4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>