Li gundewarê Derayê teqîn rû dan

Li gundewarên bakurê Derayê, li deverên ku hêzên Îranê û yên hikumeta Sûriyê lê hene, teqîn çêbûn.

Li gundewarê Derayê teqîn rû dan
23 tebax, 2020   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê li bajarê Newa ya herêma Til Cabiya ya bakurê Derayê teqînên dijwar rû dan. Sedema teqînan nehatin zanîn bê ka endamên êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên hikumetê û hêzên Îranê ne, yan jî encamên teqîna mayînan e.

Li gorî SOHR, ji 20'ê Nîsana îsal, heta 3' Tebaxê de, 20 caran nuqteyên hêzên Îranê yên li Quneytra, Deraa, Himis, Heleb, Dêrazor, Hema û Şamê bûn hedef.