Li Hesekê ji bo belavkirina nan 30 kişk têne danîn

Gerînendetiya Firinan a Hesekê bi armanca dabînkirina nan û rê li pêşiya qerebalixa li pêşiya firinan bigire, 30 kişkên nan li taxên bajêr datîne.

Li Hesekê ji bo belavkirina nan 30 kişk têne danîn
23 tebax, 2020   12:53
HESEKÊ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li bajarê Hesekê aloziya nan û kalîteya wî ya nebaş heye. Ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan, Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê hin tedbîr girtin.

Di demekê de ku Koronavîrus berbelav bûye û ji bo pêkanîna tedbîrên ku Rêveberiya Xweser û Şaneya Aloziyê girtine, Gerînendetiya Firinan a Hesekê 30 kişkên (bufe) nan li taxên bajêr danîn da ku nan li şêniyan belav bikin.

Kişk dê rojane bi rêya komînên li taxan û li gorî hejmara endamên her malbatekê nan belav bikin.

Gerînendeyê firinan ên Hesekê Raad Mihemed got: "Ji bo nan li tevahiya taxan belav bibe me 30 kişk amade kirin. Niha 7 kişk gihaştine destê me û em ê li taxên Til Hecer, Nasra, Salihiyê û Ezîziyê deynin."

Mihemed da zanîn ku dê her sê komîn girêdayî kişkekê bin û dê nan bi rêya kartan li şêniyan belav bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LDtkfQ-yJn0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>