Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ceylan Cûdî re hat xwestin

Bi dehan şêniyên Minbicê û endamên saziyên leşkerî û sivîl sersaxî ji malbata şehîd Ala Selame (Ceylan Cûdî) re xwest. 

Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ceylan Cûdî re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ceylan Cûdî re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ceylan Cûdî re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ceylan Cûdî re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ceylan Cûdî re hat xwestin
23 tebax, 2020   12:34
MINBIC

Merasîm bi beşdarbûna bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şahîdan, deste, gerînendetiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, gelek fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê û Meclisa Jinan li nêzî Çerxerêya Sebi Behrat li rojavayê bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Şervana Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ala Selame di dema pêkanîna erka xwe ya leşkerî de şehîd bûbû û duh li Goristana Şehîdan a li başûrê Minbicê bi merasîmekê hatibû veşartin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: “Jinan di vê şoreşê de rola xwe lîst û di warê leşkerî de tê koşiyan.”

Mihemed Şêxo bang li eşîrên Dêrazorê kir û got: “Keça Dêrazorê ya ku li Minbicê şehîd bûye, keça bakurê Sûriyê ye û negotiye ku ji Dêrazorê ye. Ji bo parastina axa ku şehîdan ji DAIŞ`ê rizgar kiriye, canê xwe feda kir.”

Endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Zelîxa Ibrahîm jî soza şopandina rêya şehîdan ji bo avakirina Sûriyeke ewle û aram ji tevahiya gelê wê re da.

Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmud Ebû El-Mecid axivî û got: “Ji dema ku me cilên leşkerî li xwe kirin heta niha em dizanin ku şehadet di dawiya rêya me de ye. Em her tim amade ne canê xwe bikin qurban.”

Di dawiyê de beşdaran dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedanê berz kirin.

(sm)

ANHA