Li Reqayê têkildarî şer û bandorên wê yên li ser civakê panelek li dar ket

Meclisa Jinan a Sûriyê îro panelek girêdayî şer û bandorên wê yên li ser civakê bi giştî û jinan bi taybet, li dar xist. Di panelê de behsa cureyên şer û sûcên li dijî jinan hate kirin.

Li Reqayê têkildarî şer û bandorên wê yên li ser civakê panelek li dar ket
Li Reqayê têkildarî şer û bandorên wê yên li ser civakê panelek li dar ket
Li Reqayê têkildarî şer û bandorên wê yên li ser civakê panelek li dar ket
Li Reqayê têkildarî şer û bandorên wê yên li ser civakê panelek li dar ket
23 tebax, 2020   12:27
REQA

Panel li avahiya Meclisa Jinan a Sûriyê bi beşdarbûna rûspî, şêxên eşîran, nûnerên jin ên Komîteya Jinan a Sûriyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek parêzer û siyasetmedaran li dar ket.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclisa Jinan Şemis Sîno behsa encamên şer ên ku bi awayekî yekser bandorê li jinan dikin, kir û got: “Jin rêgezeke bingehîn a çareserkirina van aloziyan in. Çareseriya siyasî bêyî çareserkirina doza jinan û bidawîkirina azarên wan, ne pêkan e.”

Rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê Sûad El-Kurdî axivî û bal kişand ser ku gelek cureyên şer hene; şerê newekhev ku tê de du aliyên ji bingeha leşkerî ve cuda şerê hev dikin û şerê biyolojîk; aliyên nakok madeyên jehrê, mîkrob û gelek cureyên din bi kar tînin.

Di berdewama panelê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî Sibhî Mihemed Şiyar girêdayî şerê kîmyewî axivî û got: “Ev şer bi navê şerê kîmyewî tê nasîn, ji ber ku di vî şerî de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Mînak di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hate bikaranîn, di encamê de zêdetirî milyonek kes birîndar bûn.”

Di dawiya panelê de sînevîzyoneke girêdayî rewşa gelê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, hate pêşandan.

(sm)

ANHA