Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi kişkan debara xwe dikin

Li kantona Şehbayê kişkên kel û pelan li peyarên têne danîn û gelek koçberên Efrînê bi van kişkan debara xwe dikin û diyar dikin ku bi vî rengî dê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin.

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi kişkan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi kişkan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi kişkan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi kişkan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi kişkan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi kişkan debara xwe dikin
23 tebax, 2020   09:33
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji ber êriş û şerê di navbera çeteyên artêşa Tirk, hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê de, gundewarên bakurê bajarê Helebê hatin wêrankirin. Her wiha di pêvajoya 5 salan de binesaziya bajar hema bibêje bi tevahî hate hilweşandin û di 2016`an de ciwanên wê herêm rizgar kir.

Hêzên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşger) û Cebhet El-Ekrad ên ji herêmê, kantona Şehbayê ji çeteyan rizgar kir û ji ber êriş, topbaran û bombebarana li ser gund û bajarên Şehbayê binesaziya herêmê hate hilweşandin. Çeteyên artêşa Tirk û DAIŞ`ê ji sedî 70 binesaziya herêmê xerab kir, mal û milk talan kirin û xanî rûxandin.

Bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê, li dijî kantona Efrînê şênî neçar ma ji bajarê xwe derkevin û berê xwe bide Şehbayê û li wir berxwedana xwe berdewam bikin. Şêniyan ji nû ve sazûmaniya herêm û taxên wê danîn, mal û dikanên wêrankirî sererast kirin û li peyarê û çerxerêyan kişk (bufe) danîn.

Koçber her tim behsa bîranînên xwe û jêdera rizqê xwe yê li Efrînê dikin, behsa bi çi rengî artêşa Tirk û çeteyên wê mal, milk û riziqên wan tarûmar kirine, dikin. Ji ber vê yekê biryar dan ku heta rizgarkirina Efrînê û vegera li malên xwe ew ê li Şehbayê li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Elî Hisên ê ji Efrînê berî niha di çandiniyê de dixebitî û girîngî dida çandina darên zeytûnan, rewşa wan a aborî baş bû, lê dema koçberî Şehbayê bû, neçar ma kişkekê veke û tê de madeyên xwarin û sotemeniyê bifiroşe.

Hisên got: "Armanca me ji vekirina kişkan û dikanan ew e ku em pariya nanê xwe dabîn bikin û bê kar nemînin, ji ber destpêka em koçber bûn, me gelek zehmetî dîtin, lewma me biryar da ku em kavilan kom bikin û pê kişkan vekin."

Her wiha welatiyê bi navê Heyder Seydo jî got ji ber şerê li herêmê qewimiye binesaziya herêmê wêran bûye. Seydo da zanîn ku li Efrînê dikaneke wî ya firotina pêwîstiyên kanalîzasyon û alavên kevn hebû û ji bo pêwîstiyên şêniyên Şehbayê dabîn bike, careke din dikan vekir. 

Seydo got ew ji bajarê Efrînê ne, nikarin bêyî kar bimînin û bendewarên rêxistinên navneteweyî bin ku alîkariya wan bikin, ji ber dest bi kar kirine, pariya nanê xwe dixwin û herêmê jî ji nû ve zindî dikin.

Heyder Seydo di dawiya axaftina xwe de got tevî rewşa dijwar, ew ê li ber xwe bidin û heta rizgarkirina Efrînê li Şehbayê tê bikoşin.

(eh)

ANHA