Jineke Ezidî ku ji DAİŞ’ê rizgar bû çima di girtîgeha PDK’ê de ye?

Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê piştrast kir ku asayîşa PDK’ê jina ciwan a êzidî ya bi navê Hele Mihlo Refo ku ji DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin, bêyî ku sedemên girtinê diyar bike, avêtiye zindanê.

Jineke Ezidî ku ji DAİŞ’ê rizgar bû çima di girtîgeha PDK’ê de ye?
23 tebax, 2020   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de nûçeyên girêdayî girtina jina ciwan a êzidî ya bi navê Hele Mihlo Refo bi destê asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) belav bûn. Hele Mihlo Refo di 2018`an de ji hêla hêzên Iraqê ve ji destê çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.

Çavkaniyan bi bîr xistin ku hêzên Iraqê jina ciwan Hele Mihlo Refo (24) radestî rayedarên Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê kirine. Lê hêzên herêma Kurdistanê jina ciwan ji wê deme de di zinadenê de digire.

Hinek çavkanî îdia dikin ku jina ciwan di girtîgeha jinan a li Hewlêrê de tê ragirtin.

Endama Rêveber a Komeleya Jinên Êzidî ya Şengalê Ferîda Şengalî destnîşan kir ku hêzên Iraqê Hele Mihlo û gelek malbatên din li Mûsilê di 2018`an de rizgar kirin û radestî PDK`ê kirin. Ferîda diyar kir ku hin kes dibejin ku wê PDK`ê jina ciwan li beramberî serbestberdana du mêran li Mûsilê radestî DAIŞ`ê bike.

Ferîda wiha domand: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi sedan jinên êzidî rizgar kirin û radestî malbatên wan li Şengalê kirin. Gelo sûcê jina ciwan çi ye? Çima desthilatdarên Başûr ew girtiye?”

DİVÊ HİKUMETA BAŞÛR REWŞÊ EŞKERE BİKE

Çalakvan û meclisên jinan ên Şengalê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kirin ku sedemên girtinê şîrove bike û jina ciwan serbest berde.

Nûçeya girtina jina ciwan ji aliyê PDK`ê ve, li ser malperên tevna civakî belav bû. Xelkê Kurdistan li hember girtina girtina jina ciwan a ku ji DAIŞ`ê rizgar bûye bertek nîşan dan.

HELE MEHLO KİYE?

Jina ciwan Hele Mihlo Refo li gundê Kora Evdo yê li başûrê Şengalê di 1997`an de ji dayik bûye. Di êrişên DAIŞ`ê de yên li dijî Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de bi malbata xwe re tevî bi hezaran jin û zarokên êzidî hate revandin.

Beriya 3 salan goreke komî li herêma di navbera Til Qesif û Şengalê de hate dîtin. Di wê gorê de termên 11 kesan hebûn, jê termên bavê jina ciwan Hele Mihlo Refo, birayê wê yê mezin, apê wê û kurapê wê hatin naskirin.

Li gorî çavkaniyan, birayê Hele Mihlo jî di girtîgeheke Başûrê Kurdistanê de ye, bêyî ku sedemên girtina wî bêne zanîn.

(şx)

ANHA