Çalakvanên jin: Divê em têkiliyên xwe bi tevahiya jinên Rojhilata Navîn re berfireh bikin

Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star paneleke onlin li dar xist û ragihand ku divê li hember dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li dijî jinan bisekinin, her wiha divê hemleyên zanabûn û hişmendiyê xurt bikin û têkiliyên xwe bi tevahî jinên li Rojhilata Navîn re berfireh bikin.

Çalakvanên jin: Divê em têkiliyên xwe bi tevahiya jinên Rojhilata Navîn re berfireh bikin
23 tebax, 2020   10:30
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star bi rêya sepana Zoomê panelek li ser asta Rojhilata Navîn li dar xist. Panel bi slogana"Artêşa Tirk a faşîst û siyaseta qirkirina jinan" û bi armanca eşkerekirina sûcên dewleta Tirk bi rê ve çû.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Eyşa Hiso, ji Iraqê çalakger û siyasetmedarên jin, endameke Rêxistina Alternetîf a Komunîst, endameke Yekitiya Meclis û Sendîkayên Karkeran, berpirsa dosyaya karkerên qadên çandiniyê, cîgira seroka Rêxistina Azadiya Jinan a li Iraqê Iqbal Selal, ji Misirê mamosteya têkiliyên navneteweyî ya Qahîreyê Dr. Îman Zehran, ji Lîbyayê endama Desteya Lêkolînên Beşa Cînayetê ya Fakulteya Qanûnê ya Zanîngeha Benxazî Caziya Cibraîl Şiêtîr û endama Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Zeyneb Mihemed beşdarî panelê bûn.

Der barê naverok û encamên penalê de, endama Rêveberiya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Zeyneb Mihemed wiha got: "Beşdaran bal kişand ser sûcên artêşa Tirk ên ji destpêka dagirkirina herêmên Sûriye ve, ji Efrînê bigire heta bi Serêkaniyê, Idlib, Bab, Carablus û Girê Spî, di heman demê de behsa sûcên li dijî Lîbyayê û li dijî serweriya dewleta Iraqê pêk tîne, kir û li hemberî van sûcan hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê bê deng in."

Paşê bal kişand ser siyaseta li dijî jinan tê meşandin, ji wan jî revandin û destdirêjkirin e, ji ber vê yekê digihêje asta ku jin ji ber van proseyan xwe bikujin.

‘ARTÊŞA TIRK LI DIJÎ JINAN KIRYARÊN DEREXLAQÎ DIDE MEŞANDIN’

Beşdaran di encama panelê de diyar kir ku siyaseta artêşa Tirk derexlaqî ye, dewleta Tirk li dijî jinên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û Ermenan be heman siyastê dide meşandin, ji ber vê tu ferqa hişmendiya artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ`ê tune ye.

Zeyneb Mihemed got beşdaran nêrînên xwe hem di qada hiqûqî de  hem di yên di qada siyasî de dan, behsa armanca dewleta Tirk kir ku ew jî zindîkirina împaratoriya Osmanî ye û li ser hesabên dewletên cîran serweriya xwe berfireh bike. Zeyneb Mihemed di berdewama axaftina xwe de zelal kir ku gelên Rojhilata Navîn li ser destên axa û began zor û zehmetî dîtin, ji ber xwe li ser bingeha siyaseta qirkirina netewe û siyaseta tetrîkbûnê didan avakirin.

GIRÎNGTIRÎN ENCAMÊN PANELÊ

Zeyneb Mihmed têkildarî erkên ku dikevin ser milên jinan, nexasim tevgerên jinan û rêxistinên mafan ên girêdayî kar, bar û dozên jinan dikin û li hemberî siyaseta qirkirina jinan,  divê çi were kirin, ev xal destnîşan kirin: "Divê hemleyên perwerdê zêde bibin, kar û xebatên hişmendiya jinan bi pêş bixînin,  bi vê yekê dengên jinan bigihînin rêxistinên peywendîdar ên mafên jinan, her wıha îşaret bi qanûn û hikumên NY`yê yên parastina mafên jinan ji sûc û tundiyan bikin, têkiliyên xwe bi tevahiya jinên li Rojhilata Navîn re çêkin, ev jî bi rêya panelan pêkan e û di van panelan de  nîqaşên der barê doza jinan û mijarên cuda de yên wekî qetilkirin, xwekuştin û revandinê bi pêş bikevin.”

(eh) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v90XVcm8dH8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>