Koalîsyona Navneteweyî ji baregeha El-Tacî ya Iraqê vedikişe

Tora El-Erebiye diyar kir ku îro dê hêzên Amerîkayê baregeha El-Tacî radestî hêzên Iraqê bikin û tê gumankirin ku dê ber bi baregehên Bexda û Herîrê ya Hewlerê ve biçin.

Koalîsyona Navneteweyî ji baregeha El-Tacî ya Iraqê vedikişe
23 tebax, 2020   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hedefa alîkariya derbkirin û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê yên ku serweriyê li ser gelek bajaran dikirin, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA’yê zêdetirî 6 salan li Iraqê ma.

Îro Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî, bi taybet hêzên Amerîkayê, dê ji baregeha El-Tacî ya li bakurê Iraqê vekişin, her wiha tê texmînkirin ku berê xwe bidin baregehên Bexda û Herîrê ya li Hewlerê.

 (sm)