​​​​​​​Balafirên şer ên artêşa Tirk li Biradostê warê koçeran bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê warê koçerên gundê Kunekotir bombebaran kir.

​​​​​​​Balafirên şer ên artêşa Tirk li Biradostê warê koçeran bombebaran kir
23 tebax, 2020   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker warê koçerên gundê Kunekotir ê ser bi herêma Biradostê ve bombebaran kir.

Heta niha nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de ziyanên canî çêbûne yan na.