‘Hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê berpirsên encamên êrişên dewleta Tirk in’

Biradost Mîtanî berpirsyarî û encamên êriş û mudaxeleyên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê girtin ser hikumetên herêma Kurdistanê û Iraqê.

‘Hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê berpirsên encamên êrişên dewleta Tirk in’
23 tebax, 2020   08:40
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Artêşa Tirk a dagirker ji 16`ê Hezîranê ve bi armanca ku qadên dagirkirina xwe fireh bike bi dijwarî êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, bi taybet herêma Heftanînê. Lê gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) di çarçoveya parastina rewa de li hemberî êrişan li ber xwe didin û herêmê diparêzin. Li aliyekî din li gel nerazîbûna gel li Başûrê Kurdistanê û Kurdistanê bi giştî, li hemberî bê helwestbûna hikumetê, her ku diçe zêde dibe.

Nivîskar û lêkolînerê dîroka Kurdan Biradost Mîtanî ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji berê ve hewl dide gelê Kurd bê maf bihêle, nexasim li Bakurê Kurdistanê û got: “Li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 25 milyon Kurd hene. Dewleta Tirk li ser şopa dewleta Osmanî ya ku li ser çewisandina gelan, bi taybet gelê Kurd ava bûye, Kurd li Bakurê Kurdistanê bê maf hiştine.”

Mîtanî îşaret bi rola bingehîn a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di warên siyasî û leşkerî de, ji bo parastina mafên gelê Kurd û gelên Kurdistanê kir û diyar kir ku tevger xwedî armancên nîştimanî û demokratîk e, lewra dewleta Tirk êrişî wê dike.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên dawîn ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê nexasim berxwedana gerîlayên HPG`ê li herêma Heftanînê, Mîtanî ev nirxand kir: “HPG li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide û tê dikoşe. Dîrok dê berxwedan û têkoşîna şervanan li çiyayên Heftenînê di rûpelên xwe de binivîse.” 

'HEFTANÎN KELEHA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ YE'

Mîtanî diyar kir ku Heftanîn keleha berxwedan û têkoşînê ye, lewra dewleta Tirk hewl dide bi tevahiya rêbazan wê kelehê tune bike û wiha pê de çû: "Ev yek ji xwe re kiriye armanc da ku têkoşîna gel li Kurdistanê tune bike.”

Mîtanî got dewleta Tirk di êrişên xwe de tevahiya çekên giran, pêşketî û balafiran bi kar tîne, li bermaberî wê HPG bi rêya çekên sivik berxwedaneke bêhempa nîşan dide û ziyanên mezin digihîne dijmin.

Mîtanî bal kişand ser ku dewleta Tirk her tim plan dike bi hincetên nerast û bi navên cuda êrişî gelê Kurd bike, lê gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe van êrişan bi bin dixe û got: “Berxwedana Heftanînê dê bi ser bikeve.”

Biradost Mîtanî berpirsyariya êriş û destwerdanên dewleta Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê girt ser hikumetên Herêma Kurdistan û Iraqê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Divê Hikumeta Başûrê Kurdistanê bizane ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, ji ber wê divê hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê têkildarî van êrişên û sûcan helwesteke cidî nîşan bidin."

Bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hişt ku dewleta Tirk hîn zêdetir asta êrişên xwe zêde bike. Di 11 Tebaxê de bi balafireke bêpîlot êrişî herêma Sîdekan a Herêma Başûrê Kurdistanê kir. Di encamê de efser Mihemed Reşîd Silêman fermandarê lîwaya duyemîn a artêşa Iraqê û fermandarê foca sêyemîn a artêşa Iraqê efser Zubêr Halî Biradostî jiyana xwe ji dest da.

Biradost Mîtanî da zanîn ku gelê Herêma Başûrê Kurdistanê bi çalakî  û xwepêşandanan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar dike û piştgiriya Hêzên Parastina Gel (HPG) dike. Mîtanî ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê çi bi rêya xebatên dîplomatîk be yan jî li ser astên leşkerî axa xwe biparêze. Divê Pêşmergan jî piştgiriya HPG`ê bikin, li dijî artêşa Tirk bisekinin û destkeftiyên gelê Kurd biparêzin."

Mîtanî di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku destekê bidin yekitiya neteweyî çi li hundirê Kurdistanê yan jî  li derveyî Kurdistanê, piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin û got: “Divê tevahiya partî û rêxistinên Kurdan berjewendiyên xwe deynin aliyekî, li dora berjewendî û azadiya gel kom bibin."

(şx-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="314" src="https://www.youtube.com/embed/k8iXp-3a3OU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>