​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Rûsyayê hefteya borî êrişên xwe yên li gundewarê Idlibê zêde kir. Biryara doza kuştina Refîq El-Herîrî lubnanî matmayî hiştin, li aliyekî din çavdêr lihevkirina dawî ya aliyên lîbyayî wekî derbeyekê li dijî projeya Tirkiyê dibînin.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî
23 tebax, 2020   04:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî îşaret bi rewşa Idlibê, biryara doza kuştina Refîq El-Herîrî û pêşketinên li Lîbyayê kirin.

ŞERQ EL-EWSAT: ÊRIŞÊN ASMANÎ YÊN RÛSYAYÊ NÊZÎ SÎNORÊN TIRKIYÊ

Rojnameyê derbarê geşedanên li herêma Idlibê de wiha nivîsî: "Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên asmanî li gundewarên bakur ên Idlibê pêk anîn ku nêzî sînorên Tirkiyê yê li herêma Hatayê ye. Di heman demê de Tirkiyê leşkerên xwe li parêzgeha bakurê rojavayê Sûriyê zêde kirin.

Balafirên Rûsyayê zêdetirî 20 êrişan pêk anîn, li derdora bajarokê Meret El-Nûman û gundê Behr El-Şêx û derdora Herbenûş ku kampên Tehrîr El-Şam, her wiha kampên penaberan li wir hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku "Hêzên rejîmê gund û bajarokên Kensefra, Sifûhin, Elbara û Elmoza ên Cebel El-Zawiye li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin, her wiha herêmên Sehl Elxab a bakurê rojavayê Hemayê. Hêzên opozîsyona Sûriyê Tehrîr El-Şam jî bersiv dan û herêmên di bin destên rejîmê de topbaran kirin.”

EL-EREB: BIRYARA DOZA KUŞTINA REFÎQ EL-HERÎRÎ LIBNANÎ MATMAYÎ HIŞTIN

Rojnameyê nivîsî: "Dadgeha navneteweyî ya ji bo doza kuştina Refîq Herîrî û hevalên wî, Lubnanî matmayî hiştin, dadgehê tenê kesek ji Hizbullahê tawanbar kir, ew jî Selîm Eyaş e. Lê hin siyasetmedarên Lubnanê diyar kir ku xala girîng a biryarê ew nameya wê ya siyasî ye, dema ku dibêje kuştina Herîrî di çarçoveya nerazîbûna rejîma Sûriyê û Hizbullahê ji reftarên Herîrî de pêk hatiye.”

Tawanbarên sereke yên doza ku nêzî Hizbullahê ne, Selîm Cemîl Eyaş, Hesen Hebîn Merê, Hisên Hesen Inêsî û Esed Hesen Sebra ne, her wiha yekî din jî heye navê wî Mistefa Bedredîn e ku "li Sûriyê hatiye kuştin".

EL-BEYAN: LIHEVKIRINA LÎBYAYÎ XELATKIRINA QAHÎRA Û DERBEKIRINA ENQEREYÊ YE

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Lihevkirina di parlamentoya Lîbya û meclisa hevserokatiya hikumeta Wîfaqê ya agirbestê û vegera rêveçûna siyasyî ya ber bi rêxistinkirina hilbijartinên parlamanto û serokatiyê ve di bihara bê de, projeya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan têk bir. Li gel wê jî her du aliyan banga derketina hêzên biyanî û çeteyan ji welat kir, her wiha divê di Serte û Cefrayê de hêzên polîsên ji tevahî herêmên welat tê de hebin."

Li gorî daxuyaniya her du aliyên binakok, dê bi agirbestê re derxistina petrolê li sûkên derve jî pêk bê. Lê dahatûyên petrolê divê têkevin banka Lîbyayê ya derve û bê cemidandin heta ku çareyeke siyasî pêk tê. Dê ev jî rêya piştevaniya madî ji milîsên derveyî qanûn, komên çete û terorîstan re bigire.

ANHA