​​​​​​​‘Her kesê bi dewleta Tirk re kar dike, xayîn e’

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji bikaranîna ciwanan, têkbirina biratiya gelan û projeya netewa demokartîk e. Her wiha gotin: “Divê li dijî planên qirêj ên Tirkiyê bisekinin. Her kesê ku bi dewleta Tirk re bide û bistîne xayîn e.”

​​​​​​​‘Her kesê bi dewleta Tirk re kar dike, xayîn e’
23 tebax, 2020   00:43
QAMIŞLO- HÊLÎN HESEN

Di demên dawî de gelek çalakiyên ewlehiyê ku tê de sîxurên girêdayî îstixbarata Tirkiyê hatine girtin, pêk hatin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo serweriya tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, ne tenê şerê leşkerî dimeşîne lê belê dixwaze bi rêya bikaranîna ciwanên Kurd û Ereb û sîxurkirina wan aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

Di derbarê vê mijarê de ajansa nûçeyan a Hawarê nêrînên şêniyên Qamişloyê girt. Koçberekî ji Serêkaniyê Ehmed Selama  ku tevî malbata xwe koçberî bajarê Qamişlo bûye, diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta xwe li ser kuştin, rûxandin û tirsandinê dimeşîne.

Ehmed Selama destnîşan kir ku divê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji planên dewleta Tirk hişyar bin û bi pey wan nekevin. Her wiha divê bi pereyan neyên xapandin. Divê şênî zarokên xwe hişyar bikin da ku ji aliyê dewleta Tirk ve neyên bikaranîn."

Ebûd Mexso jî ku yek ji şênî û rewşenbîrên bajarê Qamişloyê ye, daxuyand ku hêza dewleta Tirk di aliyê siyasî û dîplomatîk de roj bi roj qels dibe. Ji lewra berê xwe dide şerê taybet û ciwanên herêmê ji bo berjewendiya îstixbarata xwe bi kar tîne.

Mexso destnîşan kir dagirkeriya dewleta Tirk ji bikaranîn û sîxurkirina ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku biratiya gelan û projeya netewa demokratîk, têk bibe.

Mexso her wiha tekez kir ku divê li dijî planên qirêj ên Tirkiyê bê sekinandin û wiha got: "Da ku em karibin li dijî van planan bisekinin, divê em ji malên xwe û saziyên xwe de dest pê bikin û her tim civakê hişyar bikin."

Welatiyê bi navê Conî Elî jî got: "Dewleta Tirk di dirêjahiya dîrokê de, dijminahiya gelê Kurd dike. Ew bi hemû rêbazan hewl dide ku bikeve herêmê . Niha jî hewl dide ku ciwanan bi pereyan bixapîne. Divê kesên van karan dikin û welatê xwe difiroşin, destpêkê zirarê digihînin xwe. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tenê berjewendiyên xwe pêk bîne û çarenûsa sîxurên wê ne xema wê ye."

Elî destnîşan kir ku di vê qonaxê de ji gel tê xwestin ku haj zarokên xwe hebin û wan hişyar bikin da ku nekevin şaştiyan. Her wiha bang li ciwanên herêmê kir ku bi pereyan neyên xapandin û li dijî planên dagirkeriya dewleta Tirk yek dest bin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5U0Choib8Q4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>