​​​​​​​Hikmet Hebîb: Bi şêwazekî şaş destûreke rast nayê amadekirin

Hikmet Hebîb: "Li gel nebeşdarbûna hêzên çalak li ser erdê û necidîbûna hêzên navnetewî di çareserkirina aloziya Sûriyê de, ev civîn wendakirina demê ne."

​​​​​​​Hikmet Hebîb: Bi şêwazekî şaş destûreke rast nayê amadekirin
23 tebax, 2020   01:17
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL HEBÎB

Li gorî ku NY`yî plan kiribû "komîteya destûrê" roja duşemê civînên xwe dewam dike. Li gel nebeşdarbûna nûnerên rasteqîn yên gelê Sûriyê, nîşaneyê serkeftina van civînan xuya nakin.

Geîr Pederson di civîna çapemeniyê ya  ku roja Înê li nivîsgeha NY`yî  ya Cinêvê hatibû lidarxistin de wiha got: "Dan û standinên komîteya destûrê çalakiyeke dirêj û zehmet e. Dê ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê çareseriyan bi xwe re neyne."

Her wiha ji roja yekşemê de ji bo lêkolînkirina pêşketinên doza Sûriyê, dê şandeyê Amerîkayê yê tabyet bi Sûriyê James Jeffrey serdana Tirkiyê û Cinêvê bike.

Komîteya destûrê di 25 -29'ê Mijdara 2019'an de civînên xwe yên dawî li dar xistibûn. Di wan civînan de beşdarvanan li ser pilansaziya kar û xebatê li hev nekiribûn. Ji wê demê û şûn de, ev civîna yekemîn ku dê bê lidarxistin.

Di demeke ku hikumeta Sûriyê hêzên xwe li Idilbê zêde dike û artêşa Tirk a dagirker jî sewqiyetên xwe li gundewarên wê zêde dike û behsa oporasyoneke leşkerî tê kirin de ev civîn tên lidarxistin.

"Ev civîn bi xwe re demê didin wendakirin "

Girêdayî mijarê, cîgirê seroka desteya rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb ji ANHA`yê re wiha got: "Lidarxistina van civînan di vê qonaxê de, wekî civînên berê wendakirina demê ye û pêşbirkeke demdirêj e. Ji ber ku rastiya li ser rûyê erdê li Sûriyê dernaxe û nûnertiya gelê Sûriyê çi di asta erdnîgarî  û herêman de çi jî di asta rêveberiyan de, nake."

"Gelek nûnerên gelê Sûriyê hatine dûrxistin "

Hebîb wiha dewam kir: "Ev komîte di navbera lihevkirinên Astana û Soçî de ji aliyê Tirkiyê, Îran, Rûsya û hikumeta Sûriyê ve sînordarkirî ye. Her wiha pir dûrî rastiya li ser erdê ye, lewma gelek nûnerên gelê Sûriyê hatine dûrxistin. Bi taybetî nûnerên zêdetirî 5 milyon welatiyên Sûriyê li bakur û rojhilatê welêt li ser astên siyasî û rêveberî û civakî beşdarî komîteyê nehatine  kirin."

"Dewletên têkildarî aloziya Sûriyê ne cidî ne"

Hikemt Hebîb îşaret bi rola dewletên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê wekî Amerîka û Rûsyayê, kir û wiha got: "Di van şert û mercan de em nabînin ku ev dewlet di çareserkirina aloziya Sûriyê de cidî ne. Heke cidî bûna, dê hêzên çalak li ser erdê bihatana beşdarkirin."

"Ji ber dûrxistina nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyê dê civîn têk biçin"

Hikmet Hebîb di dewama nirxandina xwe de wiha da zanîn: "Hêzên leşkerî ku li şûna tevahî cîhanê şerê terorê kirin, hene. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nûnertiya vîna gelê Sûriyê dike û Meclisa Sûriyê Demokratîk ku sîwan û lêvegera siyasî ya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk e, hene. Dûrxistina van hêzan ji dan û standina komîteya destûrê, dê bibe sedema têkçûna van civînan."

"Li gel dagirkirina hin herêman û şerê li ser erdê, çawa nîqaşên destûrê tên kirin?"

Hikmet Hebîb wiha lê zêde kir: "Li Sûriyê hîna şer berdewam e û herêmên dagirkirî hene. Li gel vê yekê çawa nîqaşên destûrê tên kirin? Herêmên Cerabilus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, li herêmên Idlibê jî rageşî heye."

"ERKÊN RASTEQÎN PAŞGUH DIKE"

Li ser rewabûna vê komîteyê jî Hebîb got: "Em di xebatê komîteya destûrê de dibînin ku ew erkên rasteqîn û bi taybetî yên girêdayî biryara 2254`an û qonaxa veguhestinê, paşguh dike."

"RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ LI HIN SERKEFTINAN DIGERIN"

Têkildarî armancên NY`yî ku tevî têkçûna van civînan jî îsrar dike ku bên lidarxistin, Hebîb wiha got: "rêxistina navnetewî û şandeya navnetewî li hin serkeftinan digerin. Ew bawer dikin ku bi rêya civînên vê komîteyê serkeftin pêk bên. Serkeftina rasteqîn a rêxistinên navnetewî, Meclisa Ewlehiyê û NY`yî ew e ku çareseriyên fermî li gorî biryara 2254`an bibînin û hêza li ser erdê çalak beşdar bikin. "

"ENCAMÊN VAN CIVÎNAN ME ELEQEDAR NAKIN"

Cîgirê seroka desteya rêveber a MSD`ê helwesta xwe ji van civînan wiha wiha nîşan da: "Ji ber ku em beşdarî van civînan nabin, encamên wan jî me eleqedar nakin."

Hebîb ji bo dubarekirina seneryoyên Iraq û Lubnanê hişyarî da: Divê gelên Sûriyê destûra welatê xwe binivîsin

Hebîb wiha nirxandina xwe dewam kir: "Dema ku komîteya destûrê tê avakirin, divê gelên Sûriyê bipejirînin û destûra welatê xwe bi xwe binivîsin. Divê wekî Iraqê destûra Bremer li ser gelê wê neyê Iraqê ferzkirin. Ji ber wê ku heta roja îro li Iraqê paçebûn, nêzîkbûnên Tirkiyê û Îranê û nêzîkbûnên Sunne û Şîa`yê hene. Divê ew rêbaz li Sûriyê jî  dubare nebe. Her wiha tişta ku  niha li Lubnanê rû dide jî encama nelihevkirinên tayîfî û netewî ne, ku heta niha îstîqrara siyasî li Lubnanê pêk nehatiye û şer berdewam dike."

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de hişyarî ji dubarekirina van seneryoyan da û wiha got: "Wekî MSD`ê, em dibînin ku heke ev seneryo li Sûriyê dubare bibe dê welat di rewşeke parçebûn û belavbûnê de bimîne. Ji lewra, divê destûra Sûriyê ji aliyê gelên Sûriyê ve bê nivîsandin û ji aliyê hêzên herêmî û navnetewî ve neyê ferzkirin, ji ber ku li gorî berjewendiyên wan e û dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê ye."

(cx)

ANHA