​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2020`AN
22 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji bikaranîna ciwanan, têkbirina biratiya gelan û projeya netewa demokartîk e. Her wiha gotin: “Divê li dijî planên qirêj ên Tirkiyê bisekinin. Her kesê ku bi dewleta Tirk re bide û bistîne xayîn e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rûsyayê hefteya borî êrişên xwe yên li gundewarê Idlibê zêde kir. Biryara doza kuştina Refîq El-Herîrî lubnanî matmayî hiştin, li aliyekî din çavdêr lihevkirina dawî ya aliyên lîbyayî wekî derbeyekê li dijî projeya Tirkiyê dibînin.

POLÎTÎKA

- Hikmeta Hebîb: "Li gel nebeşdarbûna hêzên çalak li ser erdê û necidîbûna hêzên navnetewî di çareserkirina aloziya Sûriyê de, ev civîn wendakirina demê ne."

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl got, diyalog bingeha çareseriya krîza Sûriyê ye û piştrast kir ku hukumeta Sûriyê ti pêngavên cidî neavêtiye û çareseriyê naxwaze, her wiha Rûsya li welêt li berjewendiyên xwe digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Rêveberiya REPAK’ê Meral Çîçek got:"Eger AKP’ê îmzeya xwe ji hevpeymana Istanbolê paşve bikşîne, têkoşîna jinan nayê tunekirin. Divê jinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hev re têkoşîneke gelekî xurt bidin meşandin ku deskeftiyên xwe biparêzin. Ev pêvajo derfetên têkoşîna hevbeş ava dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo got: “Tevî zehmetî û êrişan, gav ber bi pêkanîna yekitiya Kurdî ve tên avêtin. Em hêvî dikin ku hemû alî ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bixebitin û destekê bidin berxwedana Heftanînê. Berxwendana Heftanînê wê bi pêkhatina yekitiya netewî tacîdar bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li kêleka rêyên kantona Şehbayê dikanên biçûk ên firotina madeyên cur bi cur hene. Koçberên Efrînê diyar kirin ku ew bi vê yekê dabara jiyana xwe dikin  û dê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA