​​​​​​​Projeya avê ya Hime dikeve xizmetê

Ji projeya Hime ya kolandina bîran li kantona Hesekê 25 bîr ketin xizmetê. Hevseroka Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku piştî 72 saetan wê av were dayîn.

​​​​​​​Projeya avê ya Hime dikeve xizmetê
​​​​​​​Projeya avê ya Hime dikeve xizmetê
​​​​​​​Projeya avê ya Hime dikeve xizmetê
​​​​​​​Projeya avê ya Hime dikeve xizmetê
20 tebax, 2020   16:40
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê, leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest danîn ser stasyona avê ya Elok a ku avaê dide bajarê Hesekê û gundewarên we. Ji dema dagirkirinê ve ev caran 8 an e ku av li ser bajarê Hesekê tê qutkirin.

Ji bo peydakirina jêdereke nû ya ava vexwarinê, Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê dest bi projeya kolandina bîran a li Himeyê kiribû.

Di çarçoveyê projeyê de 50 bîr hatin kolandin. Ji destpêka vê mehê de (Tebax) 5 bîr ketin xizmetê û îro 20 bîrên din jî hatin şixulandin.

Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ANHA'yê re diyar kir ku di dema bê de wê 25 bîrên din bikevin xizmetê, hêza her bîrekê 20 mître kabik di satekê de ye.

Sozdar destnîşan kir ku di nava du rojan de wê av bighêje taxan û got: "Ji ber cara yekem ev bîr tên xebitandin destpê wê ava ne zelal be, piştî du rojan wê av zelal bibe û ji bo vexwarinê dê guncaw be."

Sozdar Ehemd diyar kir ku di qonaxa yekemîn de wê her 10 rojan av bighêje taxekê, piştî xebitandina hemû bîran dê rojên dayîna avê zêde bibe.

Di merasîmê xebitandina bîran de, endama Desteya Serokatî ya PYD'ê Foza Yûsif û hejmarek endamên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê amade bûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NRsa0jiZ4zc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>