​​​​​​​DYA'yê cezayên nû li şêwirmend û alîgirên Esed birîn

Wezareta Xezîneya DYA'yê ragihand, cezayên nû li dijî kesayetên nêzî Beşar Esed birîn, di nav de şêwirmendên ragihandin û hejmarek berpirsyar hene.

​​​​​​​DYA'yê cezayên nû li şêwirmend û alîgirên Esed birîn
20 tebax, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand ku li dijî 6 alîgirên Esed ên leşkerî, hikumet û diravî hatin birandin, di nav de şêwirmenda ragihandinê Lona Şibil û alîgirê wî Yasir Îbrahîm hene.

Her wiha ji kesên ceza li wan hatiye birîn; fermandarê Tûgeya Furqeya 4 Xayis Dela, berpirsên herî mezin ên partiya Baas Mihemed Emar El-Saetî, fermandarê hêzên parastina niştimanî Fadî Seqir, fermandarê Foca "Heyder" a girêdayî Suhêl El-Hesen, Samir Îsmaîl .