​​​​​​​Li herêmên hikumeta Sûriyê 81 kesên din bi Koronavîrusê ketin, 4 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê got, 81 kesên din bi şewba Koronavîrusê ketine û 4 din jî mirine.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Sûriyê 81 kesên din bi Koronavîrusê ketin, 4 jî mirin
20 tebax, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê got, li Sûriyê 81 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, bi vê yekê hejmara pêketiyên vîrusê gihaşt  2 hezar û 8'an.

Her wiha ragihand ku 4 kesên din jî mirine. L igorî wezaretê hejmara kesên ji bo Koronavîrusê mirine derket 82'an.