Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mîhrîcana Lêlûn dike

Komîna Sînemayê ya Avrîn a Kantona Efrînê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê li Rojavayê Kurdistanê dike. Ji bo vê komînê 2 hezar û 73 fîlm ji tevahiya cîhanê pêşwazî kirin û dê jê 58 fîlm bi qasî hejmara rojên Berxwedana Serdemê ya Efrînê werin hilbijartin.

Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mîhrîcana Lêlûn dike
Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mîhrîcana Lêlûn dike
Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mîhrîcana Lêlûn dike
Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mîhrîcana Lêlûn dike
Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariya Mîhrîcana Lêlûn dike
20 tebax, 2020   07:06
ŞEHBA

Mîhrîcan dê di 21`ê Îlonê de li dar bikeve û dê zêdetirî 150 dewletên cîhanê bi rêya fîlmên xwe tev li mîhrîcanê bibin.

Hejmara fîlmên ku heta niha hatine şandin gihaşt 2 hezar û 73’an. Endamên rêveber ên mîhrîcanê Mesûd Kirad û derhêner Mihîdîn Erselan û derhêner Cangîn Ebdo dê 58 fîlman hilbijêrin.

Der barê detayên mîhrîcanê endamê rêveber ê mîhrîcanê û endamê Komîna Sînemayê ya Avrîn Mesûd Kirad ji ANHA`yê re axivî û got: “Ev nêzî meh û nîvek e em amadekariyên lidarxistina mîhrîcanê dikin û di vê demê de me gelek cureyên fîlman pêşwazî kir. Ev xebat di 15’ê Tebaxê de rawestî. Me derdora 2 hezar û 73 fîlm ji tevahiya dewletên Ereb û biyanî girtin.”

Kirad gotinên xwe wiha domandin: “Me komîteyek ji bo temaşekirina fîlman ava kir da ku tenê 58 fîlman hilbijêre ji bo ku li zimanê kurdî re werin wergerandin da ku şênî bikarin lê temaşe bikin.”

Cangîn Ebdo jî diyar kir ku mîhrîcan dê di 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dest pê bike. Her wiha îşaret pê kir ku ji bo bîranêna Berxwedana Serdemê dê 58 fîlm bi qasî rojên berxwedanê hilbijêrin. Ebdo bal kişand ser  ku armanca yekemîn ji lidarxistina mîhrîcanê,  veguhastina çandan di navbera herêmê û civakên din de ye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MSzZD-XLZCw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>