2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk li Şêladizê ketin

2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker îro serê sibê li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê ketin xwarê.

2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk li Şêladizê ketin
20 tebax, 2020   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma bajarokê Şêladizê yê ser bi Dihokê ve, îro danê sibehê 2 balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker ketin xwarê.

Balafirek li taxa Şît Cinar a Şêladizê kete xwarê, ya din jî li gundê Diyokê kete xwarê.

Heta niha sedema ketina balafiran zelal nebûye.