‘Gurên Boz’ ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve

Di demên dawîn de nîqaşên li ser bikaranîna rêxistina nîjadperest a bi navê Gurên Boz bi destê  serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo pêkanîna berjewendî û xewnên xwe li herêmê hene. Her wiha Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê rola vê rêxistinê û navên kesên ku wan li Lîbyayê bi rê ve dibin, eşkere kirin.

‘Gurên Boz’ ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve
20 tebax, 2020   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina ‘Gurên Boz’ (Ûlkûcû) di dawiya sala 1968’an de bi destê Alparslan Turkeş hat avakirin. Turkeş yek damezirînerên saziyên derbeya leşkerî ya 1960’î ye.

Ev rêxistin baskê çekdar ê nefermî yê MHP’ê ya bi serokatiya Devlet Bahçelî ku niha hevalbendê Erdogan e.

JI TERORÊ BER BI HEVALBENDIYÊ VE Û KUŞTINA KURDAN

Yek ji komên faşîst ên nîjadperestiya Tirkan e. Berê li Tirkiyê heta bi 2018’an di dema ku Tifaqa Cumhur a AKP û MHP’ê de ji bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyê çêbû, bi rêxistineke terorî dihat binavkirin. 

MHP hewl dide Tirkên cîhanê di bin sîwana yek dewletekê de bîne gel hev. Her wiha dijberiya neteweyên mîna Kurd, Yewnan û Ermen dike.

Li gorî Gurên Boz sînorê dewleta Tirk ji Bulgaristanê heta bi Asyaya Navîn diçe ku xwe dispêrin dîroka dewleta Osmanî. Her wiha Kurdan wek dijmineke sereke pênase dikin.

Dîroka rêxistina Gurên Boz li ser sûc hatiye nivisîn. Dikare bê gotin ku ev rêxistin ji roja damezirandina xwe heya roja îro bi her cure sûcên siyasî û edlî kiriye.

Di komkujiya Meraşê ya 1978’an de bi sedan elewî bi destê wan hatin qetilkirin. Deste wê di komkujiya qada Taksîmê ya 1977’an de heye ku di encamê de 126 karker bûn qurbanî.

Di 1981’an de bi rêya Mehmet Alî Agca vê rêxistinê hewl da papa Jean Paul suîqast bike. D salên 80’yî de Gurên Boz bi rêxistineke dijberî desthilata Tirkiyê hat binavkirin.

Lê belê piştre vê rêxistinê di salên 90’î de girîngî da dijminahiya Kurdan. Bi wê re jî li gel dewleta Tirk beşdarî şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.

Rêxistina Gurên Boz bi pêkanîna gelek sûcên terorîst ên hundirê Tirkiyê, dewletên ewropî û Ereb navdar bû. Bi kuştina pîlotê Rûsyayê ya 2015’an tawanbar e. Balafira Rûsyayê ya Sukhoi xiste xwarê, balafira Rûsyayê li Misirê revand, piştevaniya terorîsan kir, Kurd hedef girtin û tesfiye kirin. Li kêleka wê jî gelek sûcên bi hedefa vejandina xewnên dewleta Osmanî pêk anîn.

Di dîmena bûyera xistina balafira Rûsyayê li bejahiya Laziqiyê ya 2015’an de navê Alparslan Çelîk ku yek ji endamên rêxistina Gurên Boz e, xuya bû. Her wiha li ser hûrgiliyên tesfiyekirina pîlotekî rûsî jî axivî. Di heman demê de Moskovê ji Enqereyê xwest ku Alparslan Çelîk yê bi sûcê kuştina pîlotê rûsî li xwe mikur hatiye, radest bike.

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kir, endamên vê rêxistinê li bakurê Sûriyê bi cih bûn.

Navenda Ewropî ya mafên mirovan piştrast kir ku rêxistina terorîst a Tirk ji aliyê leşkerî ve piştevaniya Tirkmenên li Sûriyê dike, her wiha çeteyên wê ji endamên MHP’ê ne.

Navendê eşkere kir ku gelek ji wan di şerê bi hêzên hikumeta Sûriyê de hatin kuştin.

Li aliyekî din jî rojnameyên Tirk piştrast kir ku Enqereyê milîsên Gurên Boz li gel DAIŞ û komên çete li bakurê Sûriyê bi kar anîne.

ENQERE ÇAWA TEVGERÊN VÊ RÊXISTINÊ LI SÛRIYE Û LÎBYAYÊ BI RÊ VE DIBE?

Ev rêxistin li ser êrişên li Lîbyayê disekine, her wiha Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ji ANHA’yê re piştrast kir ku efserên MÎT’a Tirk bi nave Fatîh Înal Tarkan û hevalê wî Mahir Mustafa Paşa berpirsên sereke yên tevahî tevgerên çete û tundrawan in û girêdayî wan zêdetirî 18 efser hene.

FATIH ÎNAL TARKAN KÎ YE?

Navê rastîn Fatih Înal Tarkan e ku ew jî perola leşkerî ya li Lîbyayê ye, kesyaetekî pir nepen û xeternak e.

Ji hevrêyên herî nêz ji Tarkan re, Mahir Mustafa Paşa ye ku fermandarê çeteyên "Firqet Muntesir Billah" a Tirkmenan e. Her wiha ew firqe di nava çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de şer dike.

Mahir Paşa ji Tirkmenên Sûriyê û ji bajarê Helebê ye, bi zimanên erebî û tirkî diaxive. Kesekî nêzî MÎT’a Tirk e. Wêneyê xwe ku bi efserê MÎT’a Tirk Fatih Inal Tarkan re kişandiye, belav kiriye. Her wiha wêneyek wî li hundirê Tirkiyê jî hatiye kişandin. Wêneyêkî xwe jî di navenda rêxistina Gurên Boz de kişandiye û endamê rêxistinê ye jî.

Mahir Paşa bi destpêkirina êrişa leşkerî tevî koordîneya yekser bi MÎT û rêxistina Gurên Boz re ya li ser Efrînê tê tawanbarkirin. Her wiha koma wî ya Tirkmen êrişî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piraniya niştecihên wan Kurd kir, her wiha di êrişkirinê de çekên qedexekirî bi kar anîn û komkujî pêk anîn.

Li gorî Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, Mahir Mustafa Paşa berpirsê yekemîn ê şandina mehaneyên 300 çeteyî ji koma sûrî li gorî peymana 3 mehan e. Ev kiryar bi MÎT’a Tirk re ku çavdêriya wê Tarkan dike, pêk tê. Her wiha Lîwa Semerqend a Tirkmen bi revandina zarokên kêmî 18 saliyê hat erkdarkirin ku bişîne şerê li Lîbyayê.

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê eşkere kir ku Enqereyê di çend hefteyên borî de bi awayekî eşkere rêbaza xebata şêwirmendên xwe yên leşkerî û istîxbaratên xwe guhartiye. Her wiha Tarkan vê yekê bi şêweyekî pisporane pêk tîne.

Ev plan li ser têkilî û hevkariya bi fermandarên komên çete re bêyî agahiya Sîrac pêk tê. Her wiha xwesteka her komekê pêk tê, lê belê divê perspektîfên dewleta Tirk pêk bîne.

Istîxbarata artêşa Lîbyayê keşif kir ku Tarkan û hevalbendên xwe ve bi milîs û fermandarên wê re ji dema çûna wan a Terablusê re li ser maseyeke necivîne. Lê piranî êrişên leşkerî yên li ser erdê bi têkiliyên bêtêl û telefonên girêdayî satelaytê û hevkariya bi balyozê Tirk ê li Lîbyayê Serhet Eksen re bi rê ve dibe.

(fr)

ANHA