ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2020`AN
17 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Sîxurê MÎT’a Tirk ê bi navê Mustafa Osman diyar kir ku wî ciwanên Sûriyê yên Kurd û Ereb kirine sîxurên îstixbarata Tirkiyê (MÎT). Her wiha li gelek baregehên ku çeteyên ji dewletên Ereb û dewletên cuda yên Asyayê tê de bûn, amade bû û diyar kir ku ew çete beşdarî şerên li derveyî Tirkiyê dihatin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dagirkirina Cerablusê ji aliyê Tirkiyê ve xaleke zîvirîne di aloziya Sûriyê de ye û li şûna hegemoniya xwînmij a DAIŞ'ê hegemoniya Tirkiyê hate ferzkirin. Bi dagirkirinê re bi hezaran kes hatin koçberkirin û herêm veguherî qada kuştin, talankirin û tirkkirinê ku li pêşberiya çavê civaka navdewletî tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sivîlên başûrê Kurdistanê cihê fikaran e. Hikumeta Iraq û hikumeta Hêrêma Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrişan bêdeng in. Li aliyekî din xwepêşandanên gel ên ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bêdengiya hikumeta Sûriyê û deweta “garantör” Rûsya ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên sivîlan, şermezar kir û got: "Binpêkirinên Tirkiyê li herêmê bi destûra civaka navnetewî pêk tên." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Polîtkayên li dijî jinan, nîjadperestî, mêtingerî, zayendperestî, olperestî û zanistperestî li ser bingeha modernîteya kapîtalîst li hev dikin. Li herêmên şer lê heye yan jî li dewletên ‘herî pêşketî’ yên modernîteya kapîtalîst li dijî jinan şerekî neîlankirî tê meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi kedên kesayetî û ruhekî komînal, jinên kampa Girê Spî beşdarî veberhêneriya projeyeke çandiniyê ya komînal bûn, da ku sîstema xwetêrkirinê ava bikin û alîkariya koçberan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Sîstema tek pencere ku Gerînendetiya Qeyda Sivîl a Tebqayê ji destpêka Cotmeha sala par de aktîv kiriye, dem kintir kir û barên welatiyan sivik kir. Êdî kartên ku gerînende derdixe di 48 saetan de amede dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tîmen Rewşên Awarte yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgirtina li ber belavbûna şewba Koronavîrusê di nava liv û tevgerê de ye. Erka herî mezin dikeve ser milê kadroyên tendduristiyê yên ku ji kêliya yekem a derketina vîrusê ve, ranewestiyane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA