SOHR: Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê

SOHR, got, dewleta Tirk çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê da ku sûdê ji aloziya ewlehî û valahiya siyasî ya li wir bigire.

SOHR: Tirkiyê çeteyên Sûriyê dişîne Lubnanê
17 tebax, 2020   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyan, ragihand ku MÎT'ê 132 çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" û çeteyên "Huras El-Dîn" ya girêdayî Qeterê dişîne bajarê Terablus ê Lubnanê da ku sûdê ji aloziya ewlehî û valahiya siyasî ya li wir werbigire.

Piştî teqîna Perava Beyrûtê û aloziya ewlehî û siyasî ya li Lubnanê derketiye, Tirkiyê bi rêya alîkariyên mirovî tevgerên xwe zêde dike. Her wiha hewl dide aloziya mezhebî ya wir bi kar bîne.