'Helwesta hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê ne li gorî tê xwestin e'

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sivîlên başûrê Kurdistanê cihê fikaran e. Hikumeta Iraq û hikumeta Hêrêma Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrişan bêdeng in. Li aliyekî din xwepêşandanên gel ên ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê didomin.

'Helwesta hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê ne li gorî tê xwestin e'
18 tebax, 2020   02:14
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MUSTEFA

Dewleta Tirk a dagirker rojane li dijî dirêjahiya herêmên sînor ên di navbera başûr û bakurê Kurdistanê de êrişên bejahî û hewayî pêk tîne. Her wiha hêzên xwe derbasî xaka Iraqê kirine. Ji ber êrişan sivîl dibin qurbanî û ziyan digihêje milkên wan.

BAREGEHÊN TIRKIYÊ YÊN LI IRAQÊ ZÊDE DIBIN

Êrişên Tirkiyê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê û Iraqê ji 25'ê Gulana 1983'yan de dest pê kirin. Bi êrişan re hin cih hatin dagirkirin û baregehên leşkerî hatin avakirin. Bi taybet li herêmên girêdayî Dihok, Xazo û Hewlêrê. Desthilatên herêmên li hemberî van tevnagerin.

Sala 2003'yan, Parlemantoya Başûrê Kurdistanê biryara derxistina hêzên biyanî di nav de Tirkiye, ji herêmê da. Tevî ku ev 17 sal di ser biryarê re derbasbûne, neketiye meryetê.

Li gorî rapora Rojnews'ê, îsal hejmara baregehên leşkerî yên Tirkiyê zêde bûn û gihaşt 38'an ku li herêmên Dihok û Hewlêrê cih digrin.

Wezareta Pêşmerga ya herêma başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Tirkiyê bi kurahiya 30 heta 40 kîlometreyan derbasî xaka welat bûne.

Hêzên Parastina Gel (HPG) di  çarçoveya çalakiyên berxwedana li Heftanînê de, heta bersiva hemû hewldanên Tirkiyê dane û derbên giran li dagirkeran xistine.

Siyasetmedarê Kurd ê ji başûrê Kurdistanê Mehmûd Osman ji ANHA'yê re axivî û got: "Hikumeta Erdogan hikumeteke êrişkar e. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerê Kurdan dike. Di heman demê de destê xwe davêje deryaya Spî, Lîbya û dewletên din."

Osman hêvî kir ku civaka navdewletî zêdegaviyên dewleta Tirk rawestîne û got: “Siyaseta hikumeta Tirkiyê li ser aştiya herêmê xeter e, lewre divê civaka navdewletî zêdegaviyê wê rawestîne.”

SIVÎL TÊNE KUŞTIN, KOMKUJÎ TÊNE KIRIN, HIKUMET BIHANEYAN DERDIXÎNE

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser herêmên başûrê Kurdistanê de, raste rast sivîlan dike hedef. Li gorî Rojnews'ê, ji 2017'an heta 2019'an zêdeyî 165 sivîl şehîd bûne û li gelek cihan komkujî hatine kirin.

Dewleta Tirk di 19'ê Hezîrana borî de li herêma Şêladizê komkujiyeke pêk anî, di encamê de 6 sivîl bûn qurbanî.

Di 25'ê Tîrmeha îsal de jî herêma Kune Masî ya Silêmaniyê bombebaran kir, ji ber bomebaranê ji du malbatan 8 kes birîndar bûn. Di êrişeke din a hawayî ya li navçeya Bamernê ya herêma Dihokê de du sivîl şehîd bûn.

Balafirên dewleta Tirk di 14'ê Tebaxê de wesayîteke sivîlan kir hedef. 3 sivîl şehîd bûn û yek birîndar bû.

'MIJAR DESTDIRÊJIYA LI XAKA IRAQÊ YE, DIVÊ HIKUMET HELWESTEK XURT NÎŞAN BIDE’

Siyasetmedar Mehmûd Osman, destnîşan kir ku tevî xwepêşandan, daxuyaniyan û radestkirina nameyên protestoyî ji bo balyozê Tirkiyê yê li Iraqê re, lê helwesta hikumeta herêma başûrê Kurdistanê  û ya Iraqê ne li gorî tê xwestin e.

Osman bang li hikumeta Iraqê kir û got: "Mijar girêdayî destdirêjiya li serdestiya xaka Iraqê ye. Divê gilînameyeke fermî li djiî Tirkiyê radestî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin û daxwaza  rawestandina zêdegaviyên Tirkiyê, vekişandina hêzên wê ji başûrê Kurdistanê bikin. Ev rêbaz a herî dirust e. Tenê daxuyanî û xwepêşandan têrê nakin ku zêdegaviyên Tirkiyê rawestin."

HELWESTÊN DEWLETÊN EREB

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker civîna fermandarên Iraqê kirin hedef, hinek dewletên Ereb bertek nîşan dan. Komkara Erebî binpêkirinên domdar ên Tirkiyê yên li dijî serdestiya Iraqê şermezar kir. Piştgiriya xwe bi her tevgereke Bexdayî ji bo rawestandina êrişên leşkerî, parastina serdestî û ewlehiya welat nîşan da.

Wezareta Derve ya Iraqê jî daxuyaniyek da û got: “Wezîrên derve yê Behreyênê Ebdulletîf El-Zeyanî û yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan bi rêya telefonê piştgiriya xwe ya bi Iraqê re nîşan dan, êrişên Tirkiyê şermezar kirin û bang kirin ku pêwîst e dimildest operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li welat werin rawestandin.”

Her wiha Parlemantoya Erebî êrişên Tirkiyê şermezar kirin. Serokê parlemantoyê Mişel Bin Fehm El-Sulemî di daxuyaniyekê de  got: “Kiryar û binpêkirinên leşkerî yên hêzên Tirkiyê li djiî xaka Iraqê û li ser serdestiya komkara Iraqê xeter e. Peymanên Neteweyên Yekbûyî, qanûnên navdewletî û biryarên Konseya Ewlekariyê binpê dike. Rêzê ji têkiliyên cîrantiyê re nagire.”

Hatibû payîn ku wezîrê Tirkiyê Hulusî Akar di 14'ê Tebaxê de serdana Bexdayê kiriba. Lê Wezareta Karê Derve ya Iraqê hemû serdanên rayedarên Tirk betal kir.

Li ser vê mijarê, siyasetmedar Mehmûd Osman got: "Daxuyaniyên çapemeniyê û xwepêşandan têrê nakin. Ji aliyê Ewropa, Yewnanistan, Misir û aliyên din ve helwest li dijî zêdegaviyên Tirikiyê hene. Lê helwestên Erebî ne li gorî tê xwestin in. Pêwîste gilînameyeke fermî radestî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê bikin da ku  siyastên Tirkiyê rawestînin.”

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, li seranserî herêmên başûrê Kurdistanê xwepêşandan tên lidarxistin û banga derxistina dagirkeriyê Tirk ji herêmê tê kirin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê tê kirin ku li hemberî êriş û zêdegaviyên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin.

Siyasetmedar Mehemûd Osman di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên Kurdistanê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwetseke yekbûyî nîşan bidin û wiha got: “Divê gilînameyekê pêşkêşî aliyên navdewletî yên têkildar bikin û bi hev re li djiî binpêkirinên Tikriyê bisekinin. Êrişên bê bihane xeter e, ziyanê dighîne herêmê û bi taybet jî netewa Kurd.”

ANHA