Piştî aktîfkirina sîstema tek pencere zêdetirî 45 hezar kart hatine derxistin

Sîstema tek pencere ku Gerînendetiya Qeyda Sivîl a Tebqayê ji destpêka Cotmeha sala par de aktîf kiriye, barê welatiyan sivik kir. Êdî kartên ku gerînendeti derdixe di 48 saetan de amade dibin.

Piştî aktîfkirina sîstema tek pencere zêdetirî 45 hezar kart hatine derxistin
Piştî aktîfkirina sîstema tek pencere zêdetirî 45 hezar kart hatine derxistin
Piştî aktîfkirina sîstema tek pencere zêdetirî 45 hezar kart hatine derxistin
Piştî aktîfkirina sîstema tek pencere zêdetirî 45 hezar kart hatine derxistin
Piştî aktîfkirina sîstema tek pencere zêdetirî 45 hezar kart hatine derxistin
18 tebax, 2020   06:18
TEBQA- ODAY EL-EHMED

Li gorî serjimariyekê, ji destpêka aktîfkirina sîstema tek pencere ve gerînendetiyê zêdetirî 45 hezar kartên leyzerê yên ku mohra xwediyên wan li ser hene, derxistine. Ew kart bi awayekî otomatîk bi tora hundirîn a dergehên girêdayî herêmên Rêveberiya Xweser ve tên girêdan.

Hevserokê Gerînendetiya Qeyda Sivîl a Tebqayê Hemîd Hec Mûsa behsa makanîzmaya xebatê kir. Di dema ragihandina Rêveberiya Xweser a qedexeya têketin û derketinê de ku di çarçoveya tedbîrên li dijî belavbûna Koronavîrusê de hatibû ragihandin, xebatên gerînendetiyê heta du mehan rawestiyabûn. Piştre bi kedên duqatî gerînendetiyê karê xwe berdewam kir. Diviyabû kesên ku nasnameyên xwe wergirtine, li gorî dema ku sîstema hundirîn ji her nasnameyekê re diyar kiriye, nû bikin.

Li gerînendetiyê 3 cureyên kartan tên derxistin. Kartên nasandinê yên daîm ku ji bo şêniyên Tebqayê û bajarokên Mensûra û Cirniyê û gundên girêdayî wan tê dayîn. Karta bicihbûnê ku ji welatiyên ji beriya 2011`an ve li herêmê bi cih dibin re û qeydên wan li derveyî herêrma Tebqayê ne lê belê avahiyên wan li herêmê hene, tê dayîn. Karteke welatiyên ku ji herêmên şer ên Sûriyê koçber bûne re tê dayîn û her 6 mehan tê nûkirin."

KART TEVGERA LI SERANSERÊ HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER HÊSAN DIKIN

Li ser pêşniyareke Gerînendetiya Qeyda Sivîl ji komîteya hundirîn re, derxistina karteke leyzerê ku hemû agahiyên tê de di arşîva giştî a Gerînendetiyên Qeyda Sivîl ên li herêmên Rêveberiya Xweser de hene, di ber çav re hatin derbaskirin . Vê yekê bi rêjeyeke mezin tevgera welatiyên ku ev kart standine, hêsan kir.

Hemîd Hec Mûsa destnîşan kir ku ev tedbîrên û gavên ku Gerînendetiya Qeyda Sivîl avêtine, bi rêjeyeke mezin barê Hêzên Ewlekariya Hundirîn sivik kir. Nexasim di aliyê bidestxistina kartên ji kesên ku berê xwe didan bajaran, tên standin. Lê belê kartên ku gerînedetiyê derxistine dikarin li şûna wan bên bikaranîn.

Piştî vekirina Gerînendetiya Qeyda Sivîl, komîteya hundirîn cîhazên nûjen û alavên ku kar hêsantir dikin û sîstemeke giştî ya arşîvkirinê aktîv dikin da gerînendetiyê. Sîstema elektronîk ji bo hêsankirina kar, tekeziya dan û standin û belgeyan, eşkerekirina rewşên sextekirina belgeyan, girîng e. Her wiha bikaranîna vê sîstemê dê asta ewlehiya elektronîk di gerînendetiyê de ku sîstemên arşîva elektronîk bi kar tîne, zêde dike.

Li gorî hevserokê Gerînendetiya Qeyda Sivîl Hemîd Hec Mûsa, derxistina hemû cureyên kartan tenê di 48 saetan de piştî radestkirina belgeyên pêwîst bi dawî dibe. Beriya niha derxistina kartan hefteyekê dirêj dikir. Lê belê sîstema tek pencereyê ev bar sivik kir û dema dirêj ku barekî mezin li ser welatiyan çêdikir, kin kir.

(cx)

ANHA