Komîteya Tenduristiyê: Eger tedbîr bên paşguhkirin dê vîsûr ji kontrolê derkeve

Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê bang li şêniyên navçeyê kir ku tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê paşguh nekin. Komîteyê hişyarî da û got eger paşguhkirina tedbîran dewam bike dê pandemî ji kontrolê derkeve.

Komîteya Tenduristiyê: Eger tedbîr bên paşguhkirin dê vîsûr ji kontrolê derkeve
Komîteya Tenduristiyê: Eger tedbîr bên paşguhkirin dê vîsûr ji kontrolê derkeve
Komîteya Tenduristiyê: Eger tedbîr bên paşguhkirin dê vîsûr ji kontrolê derkeve
Komîteya Tenduristiyê: Eger tedbîr bên paşguhkirin dê vîsûr ji kontrolê derkeve
17 tebax, 2020   14:58
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna Koronavîursê qedexeya derketina derve ferz kiriye, lê gelek kes hîna tedbîrên ku Şaneya Aloziyê derxistine pêk naînin.

Li gorî daxuyaniya îro ya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta niha li herêmên rêveberiyê 205 kes bi vîrusê ketine, 14 kes mirine û 26 jî baş bûne.

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, şênî tedbîrên hatine girtin baş pêk naînin.

Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê û gundewarên wê diyar kir ku şênî ji xeteriya belavbûna pandemiya koronayê tê negihiştine û paşguhkirina wê dê bihêle ku virus belav bibe û ji kontrolê derkeve.

Endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya Navçeya Şeaddê Salih El-Elî destnîşan kir ku şênî tedbîran pêk naînin û li gorî biryara qedexeya derketinê ya ku Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistiye tevnagerin.

El-Elî diyar kir ku heke pandemî li herêmên başûrê Hesekê belav bibe dê "Kareseteke mirovî mezin " rû bide. Her wiha destîşan kir ku şênî, şewba Koronayê wekî şewbeke normal dibînin ku bandoreke cidî li mirov nake an bide sedema mirinê.

Elî got, li herêmên gundewarê başûrê Hesekê tu nexweşên Koronayê nehatin dîtin, ev yek paşguhkirina li gel şêniyan zêde kir.

El-Elî, biryara Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ferzkirina bikaranîna maskan "Erênî" bi nav kir."

Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku li dermanxaneyên giştî yên navçeyê mask kêm in û bi buhayên cuda têne firotin, ev dihêle ku heke vîrusê derkeve wê bi hêsanî belav bibe.

El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildarî û Desteya Tenduristiyê kir ku di zûtirîn demê de mask, lepik û dermanên dezenfektekirinê bighînin hemû dermanxaneyên navçeyê û navenda tenduristiyê.

ANHA