​​​​​​​Koaslîyona Navneteweyî têkildarî aloziya li Qamişloyê daxuyanî da

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê têkildarî aloziya li gundê Til Zebeb ê bajarê başûrê bajarê Qamişloyê daxuyanî da û diyar kir ku hêzên wan tu êriş bi balafiran pêk neanîne.

​​​​​​​Koaslîyona Navneteweyî têkildarî aloziya li Qamişloyê daxuyanî da
17 tebax, 2020   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî de ev agahî hatin parvekirin: "Dema Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dewriyeya xwe ya ewlehiyê ya rotonî ya têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê li nêzî gundê Til Zeheb ê Sûriyê pêk dianî, li nuqteyeke kontorlê ya girêdayî rejîma Sûriyê bi çekên sivik ji aliyê ferdên li nêzî nuqeteyê hate gulebarankirin."

Koalîsyonê di berdewama daxuyaniyê de got: "Dewriyeya koalîsyonê ji bo xweparastinê bersiva gulebaranê da. Koalîsyon ti êrişên asîmanî pêk neanîn û tiştek bi endamên hêzên koalîsyonê nehat. Piştre, dewriyeya koalîsyonê vegeriya baregeha xwe. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hîna berdewam e."

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê ya ser bi hikumeta Sûriyê ve (SANA), hêzên koalîsyonê tewambar kiribû ku benda hikumetê bi balafiran bomebaran kir û ragihandibû ku di bomebaranê de leşkerekê rejîmê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.