Çeteyan li Efrînê 3 sivîlên din revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li kantona Efrînê 3 kesên din revandin.

Çeteyan li Efrînê 3 sivîlên din revandin
17 tebax, 2020   15:00
EFRÎN

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li Efrînê bê navber didomin.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ji çavkaniyan girtine, çeteyên navê koma "Nuxba" li xwe dikin, duh li gundê Şêxotka yê girêdayî navçeya Mabatayê 3 kurdên sivîl revandin.

Li gorî rêxistinê navên kesên hatine revandin ev in; Mihemed Menan Reşo (53), Mihemed Mihemed Reşo (59) û Zekî Hena Reşo (48). Rêxistinê diyar kir ku ev kesanan bi tewana ku têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, hatin revandin.

Çeteyan kesên revandin sewqî bargeha xwe ya li gundê Emara yê Mabatayê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku Mihemed Mihemed Reşo beriya niha 3 caraê din hatibû revandin û li beramberî dana fidiyê hatibû berdan. Her wiha Mihemed Menan Reşo jî beriya niha jî hatibû revandin.

ANHA