‘Kazimî beriya biçe Washingtonê fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê pêşwazî kir’

Siyasetmedarekî iraqî eşkere kir ku beriya Kazimî biçe Washingtonê fermandarê Feyleq El- Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî serdana Bexdayê kir û bi serokê hikumeta Iraqê Kazimî re civiya. 

‘Kazimî beriya biçe Washingtonê fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê pêşwazî kir’
17 tebax, 2020   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê iraqî Izet Şabender wiha got: "Serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî beriya biçe Washingtonê fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî pêşwazî kir."

Şabender li ser Twitterê wiha nivîsî: "Di demekê de ku moşekên katyûşa li ser baregeha Tacî û Herêma Kesk ranawestin, birêz Kazimî Qaanî pêşwaz kir. Kazimî beriya ku biçe DYA’yê û Trump di 20’ê vê mehê de bibîne, li peymanên Qaanî guhdar kir."

Nivîsgeha çapemeniyê ya serokê hikumeta Iraqê wiha dabû zanîn: "Dê Kazimî li ser vexwendnameya fermî serdana DYA’yê bike û dê piştî serdanê di 20’ê vê mehê de Trump bibîne."