​​​​​​​Bi dîmen… Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê asta tedbîrên xweparastinê bilind kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê di çarçoveya pêkanîna qedexeya derketina derve de kolanên sereke yên bajêr li pêşiya çûn û hatine girtin. Her wiha dewriyeyên xwe di nava taxan de zêde kirin.

​​​​​​​Bi dîmen… Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê asta tedbîrên xweparastinê bilind kir
​​​​​​​Bi dîmen… Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê asta tedbîrên xweparastinê bilind kir
​​​​​​​Bi dîmen… Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê asta tedbîrên xweparastinê bilind kir
17 tebax, 2020   13:03
HESEKÊ - COZA ÎBRAHÎM-HENAR ÎBRAHÎM

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 205 kesan bi Koronavîrusê ketiye. Jê 26 nexweş baş bûne û 14 nexweşên din jî jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sînordakirina belavbûna pandemiyê, bikaranîna maskan li şêniyên herêmê ferz kir.

Di heman çarçoveyê de û ji bo parastina şêniyan ji vê vîrusê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê dewriyeyên xwe zêde kirin û kolanên sereke girtin.

Her wiha bendên kontrolê li deriyên têketin û derketina ji bajêr xurt kirin da ku tevahiya wesayîtên ku ji bajêr derdikevin û tên bajêr kontrol bikin.

(şx)

ANHA