Pûtîn ji Erdogan re: Divê dan û standinên Lîbyayê yên yekser dest pê bikin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re axivî û got pêwîst e dan û standinên yekser di navbera aliyên şer ên li Lîbyayê de pêk bên.

Pûtîn ji Erdogan re: Divê dan û standinên Lîbyayê yên yekser dest pê bikin
17 tebax, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nivîsgeha çapemeniyê ya Kremlînê, Pûtîn bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirk Erdogan re li ser rewşa Sûriye û Lîbyayê axivî.

Ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê ragihand ku her du aliyan da zanîn ku divê aliyên dijber pêngavên rastîn ên ber bi agirbesta mayînde û destpêkirina dan û standinên yekser ve pêk bînin, her wiha divê li gorî biryarên Konferansa Berlînê û biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2510’an a girêdayî aloziya Lîbyayê tev bigerin.

Kremlînê diyar kir ku her du serokan di dema nîqaşa li ser rewşa Sûriyê de, li ser pêwîstiya gurkirina kedên hevbeş ên têkbirina terorê axivîn, her wiha her duyan li ser zêdekirina hevkariya pêngavên pabendiya bi peymanên dualî yên girêdayî dewriyeyên hevbeş li Idlibê jî axivî.